Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Windakirina AKP û MHP'ê divê baş bê xwendin 2019-07-16 09:16:29   Zeynep Durgut    WAN - Berdevka HDK’ê û parlamentera HDP’ê ya Muşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît têkîldarî pêvajoya Tirkiyeyê û siyaseta HDP’ê ya Demokratîk nîrxandin kir.    Berdevka Kongereya Demokratîk a Gelan (HDK)  û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Muşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît der barê pêvajoya Tirkiyeyê û herêmê de nirxandinên giştî kir. Gulîstanê diyar kir ku piştî hilbijartinên herêmî AKP û MHP'ê gelek bajar winda kir û divê pêvajoya windakirinê baş bê xwendin û nirxandin, êdî welatî AKP û MHP'ê naxwaz in.    ‘AKP têk çû...'    Gulîstanê, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya heyî û diyar kir ku di vê pêvajoyê de AKP têk çû. Gulîstan, wiha nêrînên xwe anî ziman: "Di sala 2015’an de heta îro hikumet, bi aloziyeke kûr re rû bi rû ye. Her tim di rêveberiya hikûmetê de aloziyek hebû. Lê ev alozî bi polîtîkayên restorasyonê dihatin veşartin. Di salên dawiyê de  daxwazên gel ên ji bo bilindkirina demokrasiyê zêde bûn û muxalefeteke demokratîk ava dibû. Lê mixabin bi darbeyan ev pêvajo hat astengkirin. Lê gava em niha dinêrin ev rejîm bi polîtîkayên restorasyonê nikare bi rê ve bibe. Bi taybetî di 15'ê tîrmehê de îlankirina bi OHAL’ê re hikûmetê hêzeke mezin bi dest xist û bi darbeyan xwest hêza xwe nîşanî civakê bide. Lê ev zextên AKP’ê zivirîn û li hikûmetê ketin.”    'Xetimandina Tirkiyeyê aşkera bû'   Gulîstanê, anî ziman ku di hilbijartina 23’ê hezîranê de gel aşkere kir ku êdî piştgiriyê nadin AKP û MHP’ê û wiha dom kir: "Bi taybetî stratejiya partiya me ya 31’ê adarê xetimandinên li Tirkiyeyê aşkere kir. Bi taybetî jî li bajarên mezin bi  guhertina rêveberiyên herêmî hêza gel xwe nîşanî cîhanê da. Gel ji bi çûyîna xwe ya ser sindoqan aşkere kir ku ew rêjîma AKP û MHP’ê naxwazin. Bêgûman di hilbijartina 23’ê hezîranê de jî li Tirkiyeyê rûpeleke nû hat vekirin. Hikûmeta AKP û MHP’ê di hilbijartina 23’ê hezîranê de meşrutiyeta xwe winda kir. Serokomar Erdogan digot ’Em pişta xwe didin gelê xwe û gel piştgiriyê dide me’. Lê  me di 31'ê adarê û 23’ê hezîranê de dît ku gel piştgiriyê nade AKP û MHP’ê. Gel dixwaze êdî AKP û MHP biçe."   'AKP û MHP'ê winda kir'   Gulîstan, destnîşan kir ku bêguman divê ev atmosfera windakirina AKP û MHP'ê baş bê xwendin û nirxandin û wiha got: "Divê kirdeyên demokrasiyê bên aşkerekirin û rê rêbazên demokrasiyê bên avakirin. Ji bo avakirina demokrasî û aştiyê pêdivî bi pêşengtiyê heye. Pêwîst e hemû rêxistinên demokratîk bi hemleya hilweşandina faşîzmê bibin tifaq û yek hêz. Gel bi dayina heman biryarê nîşanî me da ku em dikarin faşîzmê têk bibin. Divê em daxwaza aştî û demokrasiyê mezin bikin û bi dengekî bilind li tevahiya Tirkiyeyê bidin bihîstandin."   'Plansaziya dagirkeriyê dixin dewreyê'   Gulîstanê qala polîtîkayên Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hikûmet fatoreya aloziyê ji gelan re derdixe. Ji bo em pêşiya vê aloziyê bigirin pêdiviya me bi tifaqeke civakî heye. Divê bi girseya rêxistinkirî û bi girseya demokratîk re em bicivin. Çima ev alozî derket? Hikûmeta Tirkiyeyê, di şer û operasyonên dersînor de israr dike û ev tişt dê aloziyeke kûr derxe holê. Bi dagirkirina Suriyeyê wê encam negire. Em dibînîn ku hikûmet eniyên nû vedike, dibe kirdeya şer a li Lîbyayê û divê polîtîkaya xwe biguherîne. Hikûmet dixwaze li Rojavayê şer kûr bike û plansaziya dagirkeriyê bixe dewreyê."   'Welatî tên qetilkirin'   Gulîstan, di axaftina xwe de bal kişand ser operasyonên dersînor û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Divê dagirkirina Başûrê Kurdîstanê baş bê xwendin. Tirkiye ji bo hebûna xwe bide qebûlkirin operasyonên dagirkirinê dide destpêkirin. Gundên herêmê tên bombekirin û welatî tên qetilkirin. Hikûmeta Başûr li hemberî êrîşên Tirkiyeyê  bêdeng e. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Li hemberî pirsgirêka kurdan ev polîtîka 40 sal in negihaştiye armanca xwe û dê ji îro şûn de jî negihêje armanca xwe. Ev pirsgirêk tenê bi kombûna civaka demokratîk a Tirkiyeyê dê bê çareserkirin."    'Dixwazin pergaleke demokratîk ava bikin'   Gulîstanê, israrbûna xwe ya aştiyê bi van peyvan anî ziman: "Hewceye ku pergal demokratîk bibe. Em li dijî pergala şer, pergaleke demokratîk dixwazin ava bikin û ev tişt bi têkoşînê pêk tê. Ji bo çareseriya pirsgirekê divê şert û mercên demokratîk bên avakirin. Divê herkes bibe berdevkên aştiyê. Li dijî vê dijminatiyê divê em demokrasiyê ava bikin. Dê bi hiqûqeke gerdûnî û zagonên bingehîn ên demokratîk tişt bên guhertin."   'HDP rola xwe ya dîrokî nîşan da'   Gulîstanê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşînê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "HDP di hilbijartinên 31'ê adarê û 23’ê hezîranê de rola xwe ya dîrokî nîşan da. Ji ber vê yekê divê em tifaqên xwe bi hêz û mezin bikin. Gel bi hev re ev şoreşek pêk anî û bi têkoşînê bi ser ket. Gelên Rojhilata Navîn ji vê yekê hêz girt û Rojava bû stêrka Rojhilata Navîn. Divê em bi moral û bi kelecaneke mezin di rêya 3’yêmîn a demokrasiyê de vê daxwazê bi dengekî bilind belav bikin.”