Hulya Alokmen: PDK’ê zirareke mezin daye yekîtiya netewî ya Kurdan 2019-07-13 09:04:43   Rengîn Azîzoglu   AMED - Hevseroka HDP’ê Hulya Alokmen Uyanik operasyona dersînor a TSK’ê nirxand û diyar kir ku li welatên din binpêkirina sînoran dibe sedema şer û lê bêdengiya dewletên navneteweyî ya li hember vê bi tu awayî nayê qebûlkirin û got: "PDK’ê zirarek mezin daye yekitiya netewî ya Kurdan.”   Hêzên Leşkerî yên Tirk (TSK) di 27’ê gulanê de li Bradost operasyon da destpêkirin û li dora Xakurkê ya 35 kîlometreyî berdewam kir. Operasyona Pençe hîna didome û di encama êrîşên Tirkiyeyê de yên li Girê Şehîd Dervîş, 4 sivîlî jiyana xwe ji dest dan û 5 sivîl jî birîndar bûn. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik operasyona dersînor nirxand.   'Qetilkirina sivîlan nayê qebûl kirin'   Hulyayê da zanîn ku di 1990’î de li Iraqê piştî nasîna statuya kurd, Komara Tirkiyeyê mudaxaleyê Herêma Federal a Kurdistanê kir û li wir biryargeha xwe ava dike, yekîneyên xwe yên leşkerî li wir bi cih dike. Hulyayê wiha berdewam kir: “Di demên dawî de operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk zêde bûne. Ev nîşan dide ku dewlet dixwazin pisgirêka Kurd li şûna çarseriyê bi mudaxaleya leşkerî çareser bikin. Ev operasyon wek mudaxaleyeke ku dewlet ji bo ewlehiya xwe pêk tîne, divê neyên dîtin. Di van operasyonan de di rojên borî de welatiyên sivîl hatin qetikirin. Ev rewş nikare bê qebûlkirin.”   ‘Yekitiya netewî hat parçekirin’   Hulyayê destnîşan kir ku Rêxistinên Kurd di 2017’an de gotin ku dê serbixwebûna xwe îlan bike û lê Dewleta Tirki bersiveke tund da û wiha axivî: "Di nokteya em niha lê ne, hevkariya du hêzan mijara gotinê ye. Di pêvajoya PDK’ê axa xwe ji yekîneyên leşkeran re vekir û piştgiriya xwe bi awayekî cuda dayê û ji bo operasyonên pêşerojê sînyal da. Ev jî nîşan dide ku yekîtiya netewî ya gelê Kurd çawa hatiye parçekirin.”   ‘Li dijî destkeftiyên Kurdan e’   Hulyayê diyar kir ku li welatên din binpêkirina sînoran dibe sedema şer û bêdengiya dewletên navneteweyî ya li hember vê bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha dawî lê anî: “Divê pêvajoya ku Kurd di siyasetê de xwedî gotin in, pêk hatina van nêzîkatiya bi zanebûn pêk tê. Di vê dema ku derfeta qezenckirina statuyê di destê Kurdan de heye, ev nêzîkatiya PDK’ê nayê qebûlkirin. PDK’ê zirarek mezin daye yekitiya netewî ya Kurdan.”