'Avakirina zanîngehên jinan dê xizmetê bide hişmendiya desthilatdaran' 2019-07-12 09:01:19   Zeynep Durgut   WAN - Di derbarê gotinên Serokkomar Erdogan ya avakirina zanîngehên jinan de nêrazîbûn her ku diçê zêdetir dibe û parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum diyar kir ku armanca avakirina zanîngehên jinan dê xizmetê bide hişmendiya desthilatdaran û got: "Divê li zanîngehan beşên ku xizmetê dide jinan bên avakirin."   Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan di hevdîtina xwe yê li Japonyayê de gotinên 'Divê li Tirkiyeyê jî wekî Japonyayê zanîngehên taybet ên jinê bên avakirin' û bang li YOK'ê kir ku bila gav bavêje. Jinan di derbarê gotinên Erdogan de nerazîbûn û bertek nîşan dan. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Zuleyha Gulum, diyar kir ku armanca vekirina zanîngehên jinan dê xizmetê ji hişmendiya desthilatdar re bike.    ‘Dixwazin jinê ji civakê dûr bixin'    Zuleyhayê di destpêka axaftina xwe de qala hewldanên hikûmeta AKP’ê kir û diyar kir ku AKP kîjan demî teng bibe dest bi xebatên bi vî rengî dike. Zuleyha, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Serokkomar Erdogan di serdana xwe ya Japonyayê de avakirina zanîngehên jinan anî rojevê û ferman da YOK’ê. Di serî de divê baş bê zanîn ku fermandayina bi YOK’ê re bi tu awayî nayê qebûlkirin. Li Tirkiyeyê pergala perwerdehiyê têk diçe û pirsgirêkên perwerdehiyê her ku diçe zêdetir dibin. Li gel van pirsgirêkan avakirina zanîngehên jinan ji ne çareseriye. Bi avakirina zanîngehên jinan dixwazin jinan ji perwerdê û civakê dûr bixin. Avakirina zanîngehên jinan dê bibe sedema tunekirina têkiliyên civakî."   ‘Hişmendiya desthilatdar tê pêşxistin'    Zuleyha, diyar kir ku bi avakirina zanîngehên jinan dê bêtir hişmendiya desthilatdar bê lipêşxistin û wiha got: "Hikûmet Japonyayê wekî mînak nîşanî me dide. Lê Japonya di warê wekheviya di nav bera jin û mêran de paşve maye. Her wiha dixwazin li gorî hişmendiya xwe zanîngehên jinan vekin û dixwazin carek din jinê di navbera çar diwaran de bihêlin. Ev tişt tê wateya zayendparêziyê. Hikûmet aliyek zanîngeh vedike û aliyek din jî mafên jinan binpê dike."   'Bila beşên ku xizmetê dide jinan bên vekirin'   Zuleyhayê, da zanîn ku ger hikûmet dixwaze tiştekî bike divê di destpêkê de li zanîngehan bêşên ku xizmetê dide jinan veke û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Li hemberî jinan polîtîkayên dijminatiyê tê li pêş xistin. Li şûna ku zanîngehên jinan vedikin divê li zanîngehan beşên ku xizmetê dide jinan bên avakirin û zêdekirin."