'Em bi ser ketin lê em ê ji bo jiyaneke demokratîk têkoşîna xwe didomînin' 2019-07-11 09:11:13   ENQERE- Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven diyar kir ku di bingeha serkeftinê de kesên ku jiyana xwe feda kirin hebûn û wiha got: "Em bi çalakiya xwe bi ser ketin lê ji bo jiyaneke bi demokratîk em ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin."   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû û 200 rojî di greva birçîbûnê de mabû û piştî peyama Abdullah Ocalan çalakiya xwe bi dawî kir. Piştî dawîbûna çalakiye demek li nexweşxaneyê tedawî dît. Duh çû Meclîsê û sond xwar. Guven, piştî sondxwarinê çû Navenda Giştî ya HDP'ê. Li navenda partiyê bi çepik û tilîliyan hat pêşwazîkirin. Leylayê destnîşan kir ku dê têkoşîna xwe bidomîne.    'Girtî bi pirsgirêkan re rû bi rû man.    Leyla diyar kir ku 15 rojan li nexweşxaneyê ma û wiha got: "Li nexweşxaneyê gelek tehlîl hatin kirin û bijîşkan pêşniyara bêhn vedanê dan min. Min demek dirêj serlêdanan qebûl nekir. Li Meclîsê daxwaza sond xwerinê hat kirin, ji ber ku hîn bernameyên parlamentoyê pêk bê divê sondxwarin pêk bê. Ez ji 2 roj beriya niha hatim û min sond xwer. Niha tenduristiya min ber bi başbûnê ve diçe, lê bêhalî heye. Ez li gorî hevalên girtî bi şansim. Gelek hevalên min ên girtî dema sewka nexweşxaneyê bi pirsgirêkan re rû bi rû man."   'Li dijî tecrîdê çalakî pêk hat'   Leylayê di axaftina xwe de bal kişand ser biryar girtina çalakiyê û wiha axivî: "Ez li dijî dagirkirina Efrînê ya sala 2018'an derketim û hatim girtin. Ez bi vîna gelê Colemêrgê hatim bijartin. Min biryara greva birçîbûnê li girtîgehê da. Êdî Gelê Kurd tecrîdê qebûl nedikir, divê tecrîd ji holê bihata rakirin û min jî ji ber vê sedemê dest bi greva birçîbûnê kir. Li girtîgehan û gelek cihên cîhanê hevalên min tevlî daxwaza min bûn. Ji ber ku daxwaz daxwaza mîlyonan kesî bû. Min ji bawer nedikir ku ez bêm û li meclîsê sondbixwom. Ez duh bi hevalên xwe re hatim û em ê ji bo meşandina demokrasiyê bikevin nav hewldanê. Ez li parlamentoyê xebatên xwe bidim meşandin û dengê xwe bighînîm hemû cîhanê."   'Gelê Kurd tê tecrîdkirin'   Parlamenter Leyla, da zanîn ku greva birçîbûnê ji bo wê gelek girîng bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: 'Dema min dest bi çalakiyê kir û min dît ku hevaltî, dostanî heta mirinê diçe. Bi hezaran heval min tenê nehiştin. Lê tişta ku me xemgin dikir çalakiya fedaî ya 9 hevalên me bû. Hevalên me ji bo em jiyana xwe ji dest nedin, çalakî li dar xistin. Her wiha 30 hevalên me jî dest bi rojiya mirinê kiribûn. Ev tişt bi nirx bû û peyamên kûr bûn. Me xwest em peyamek bidin cîhanê û bibêjin 'Di şexsê birêz Ocalan de Gelê Kurd tê tecrîdkirin.' Kêm zêde me dengê xwe da bihistandin û bi saya pêşengiya 9 hevalên me pêk hat."   'Jin bûn pêşeng'   Leyla, qala pêşengiya jinê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di destpêke heta dawiyê jin bûn pêşeng. Jin bûn hedefa êrîş û şîdeta polîsan. Lê Dayikên Lacikspî ligel êrîşan dîsa li qadan li ber xwe dan. Ev tişt ji bo me gelek girîng bû. Dema min sond xwar jin, dayik, Dayikên Lacikspî, Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê li ber çavên min derbasbûn. Em bi ser ketin lê hêj têkoşîn û berxwedan bi dawî nebû, niha ji bo jiyaneke demokratîk dê li qadan têkoşîna xwe bidomînin."