Meral Daniş Beştaş a HDP’î: Gund tên bombekirin, sivîl tên kuştin 2019-07-11 09:09:04   AMED - Meral Daniş Beştaş a HDP’î polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê û operasyonên derveyî sînor nirxand û anî ziman polîtîkaya derve di heman demê de li hember Kurdan e û wiha got: “Ev operasyon nikare bê qebûlkirin. Bi bombebarankirina sivîlan dikujin, komkujiyan dikin. Li ku derê dibe bila bibe wê Kurd li qadên jiyanê wek welatê azad û wekhev bijîn û wê teqez wê bi ser bixin.”   Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) li hember Herêma Federal a Kurdsitanê operasyona derveyê sînor da destpêkirin. Di çarçoveya vê operasyona hatiye destpêkirin de, li bajarên Qendîlê êrîşên hewayî pêk hatin û di nav de jin û zarok jî hebûn gelek sivîl hatin qetilkirin.   ‘Polîtîkaya derve nîşaneya polîtîkaya hundir e’   Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, destnîşan kir ku polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê, nîşaneya polîtîkaya hundir a Tirkiyeyê ye û wiha pê de çû: “Ev nîşaneya ku aliyan ji hev bikin, global bikin, aliyan berdin hev û li aliyekê din jî nîşandana hêza dewletê ye. Dema em li qada navneteweyî dinêrin, li Sûriyeyê, li Rojava, em dibînin ku çawa piştgiriyê didin rêxistinên bi ambalaja Îslamî, El-Kaîde û baskên wê, DAIŞ’ê. Me dît ku van li dijî hêzên demokratîk çawa bi kar tînin. Me ev di dema Kobanê û Efrînê de jiya.”   ‘Tirkiyeyê dikşînin nav şerê Lîbyayê’   Meralê daxuyakirin ku îro li Lîbyayê rewşeke dişibe vê tê jiyîn û got: “Tirkiyeyê dikşînin nav şerê li Lîbyayê. Li Lîbyayê, Erdogan yê ji destê Kaddafî xelata mafê mirovan girt îro ketiye şerê wir. Di polîtîkayên Misirê de jî me hemûyan dît ku Erdogan çawa alî girt û di carekê de çawa dest jê berda.”   Meralê her wiha diyar kir ku yek ji esasên sereke ya ku polîtîka navneteweyî ya Tirkiyeyê diyar dike polîtîka Kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Demek berê Serokê DYA’yê Donald Trump ji bo Erdogan got ‘dijminekî xwezayî yê Kurd’. Der barê van gotinan de hikûmetê heta niha tiştek negot. Ev tê çi wateyê? Ev tiştekî bi xof e. Dijminahiyeke xwezayî ya li hember Kurdan tê wateya ku li her derê li dijî Kurdan dijberbûnek heye.”   ‘Bi bombekirinê komkujiyê dikin’   Meralê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku operasyonên dersînor yên li hember Iraqê jî nîşaneya vê ye û wiha got: “Gund tên bombekirin, sivîl tên kuştin. Polîtîkaya derve di heman demê de li hember Kurdan e. Bi bombekirina sivîlan qetil dikin, komkujiyê dikin. Ez bêdengiya rayagiştî ya navneteweyî şermezar dikim. Ev operasyon nikare bên qebûlkirin. Li ku derê dibe bila bibe wê Kurd li qadê jiyanê wek welatê azad û wekhev bijîn û wê teqez vê bi ser bixin.”