Feleknas Ûca: Pêkanînên OHAL’ê didomin 2019-07-08 09:14:54   Berîtan Canozer   AMED - Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca diyar kir ku piştî OHAL’ê jî dijhiqûqî didome û bi taybet azadiya gerê ya hilbijêr, akademîsyen û rojnamegeran beşek mezin a civakê tê astengkirin û divê demildest dawî li van pêkanînan bêanîn.   Tevî OHAL bidawî bû jî hîna astengî didomin û bi hezaran kes ji ber qedexeyê nikarin derkevin derveyê welat. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca, mijar bir rojeva meclîsê û der barê qedexeya azadiya gerê de nirxandin kir.   ‘Tirkiye li gorî qanûnan tevnagere’   Feleknasê daxuyakirin ku qedexeya ji bo derveyê welat ji bo parlamentera hatiye dayîn dijhiqûqiye û ev tişt anî ziman: “Heta ku destnedana parlamenteran bidome wê parlamenter ji mafên wan neyên bêparkirin. Tevî vê li Tirkiyeyê qanûn pêk nayê. Bi taybet parlamenteriya parlamenterên HDP’ê tê xistin. Tên darizandin û mafên wan tên xespkirin. Di 2016’an de parlamenterên me, hevşaredarên me hatin girtin. Parlamenteriya wan hat xistin. Hewl didin bi vî awayî ji siyasetê bixînin. Bi OHAL’ê re pasaporta bi sedan kesî hat betalkirin. Derketina wan ya derveyê welat hat qedexekirin.”   ‘Ev qedexe çima?’   Feleknasê destnîşan kir ku ev dijhiqûqî tenê li hember parlamenterên HDP’ê pêk tê û divê ev ji holê rabe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev pêkanîn ne tenê ji bo parlamenteran divê ji bo hemû rojnameger, akademîseyen û gel bê rakirin. Hewl didin pêşî li xebatên parlamenteran bigirin. Niha nêzî 10 parlamenterên me niha derkevin derveyê welat. Gelo ev qedexe çima? Li gorî çiv ê dikin. Parlamenterê Wanê Tayyîp Temel endamê meclîsa Ewropayê ye. Ji ber qedexeya derketina derve heye nikare tevlî civînan bibe, tevlî faliyetên qanûnî bibin. Ev biryareke siyasî ye. Ev qedexe, qedexeyeke ji bo îradeya gel hatiye. Divê demildest dawî li vê dijhiqûqiyê bê dayîn. Em bang li hikûmetê dikin ku dest ji vê biryarên berdin.”