'Ji bo Makeqanûna Demokratîk seferberî hewceye' 2019-07-07 14:22:04   HATAY - Wekîla Seroka Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, li Hatayê di civînê de got ku Makeqanûna Demokratîk ji bo her kesî pêwist e û divê her kes ji bo Makeqanûna Demokratîk seferber bibin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan a (HDP) ya Hatayê bi nûnerên rêxistinên sivîl re civîna piştevaniyê ya bi taştê li dar xist. Di civîna piştevaniyê de Wekîla Seroka Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari, nûnerên HDP, DBP, HDK, Egitim Sen, ÎHD, EMEP, CHP, Mala Gel, Rêxistinên Elewî yên Hatayê û gelek kesên din amade bûn.    Hevserokê HDP'ê yê Hatayê Ekrem Nalbant, anî ziman ku polîtîkayên AKP-MHP'ê yên çong danînê carek din ji aliyê gel ve pûç bûne û wiha got: "Yên ku vê polîtîkayê li ser me ferz dikin bi xwe di nava vê planê de winda dibin. Niha em dibînin ku yên plan li ser me çêkirin ew bi xwe di nava vê planê de têk diçin. Yên duh faşizm bi rêxistin kirin îro tune dibin."    Wekîla Seroka Koma HDP'ê Fatma Kurtulan jî diyar kir ku Hatay ji bo partiya wan gelek grîng e û wiha got: "Hatay mozaîka gel e. Em di rêya 3'emîn de her dem milê aştî demokrasî û edaletê ne. Ji bo Makeqanûna Demokratîk ava bibe çi bikeve ser milê me emê pêş bixin. Ji bo lihevhatina civakê emê hewldanên xwe berdewam bikin. Divê em li hevhatina civakî pêş bixin û li Tirkiye pergla edaletê ava bikin. Divê her kes ji bo Makeqanûna Demokratîk seferber bibin.    Fatmayê di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê ya li ser Sûriyê û wiha axivî: "Di Sûriyê pirsgirêkên xwe di nav xwe de çareser bike û divê Tirkiye destê xwe ji Sûriyê bikişîne. Sedema krîza aborî polîtîkaya şer e. Her ku diçe sifreya me biçûk dibe û gel nikare xwarinê çêke. Ev tişt nayê qebûl kirin. Li qesrê jiyaneke luks heye. Divê em li dijî alîgir, kedxwar, malbat û dostên îktîdarê derkevin."