Komxebata Perwerdehiya Herêmên Demokratîk ya ku hat destpêkirin dewam dike 2019-07-06 12:42:49   WAN - Komxebata Perwerdehiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP'ê ya hat destpêkirin berdewam dike.    Komxebata Perwerdehiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP’ê  ya ku li Wanê hat destpêkirin bi tevlîbûna hevserokê HDP’ê yê giştî Sezaî Temellî û bi tevlîbûna hevşaredaran berdewam dike.    Rûniştina duyemîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re  Hevserokê HDP'ê yê giştî Sezaî Temellî axivî. Sezaî, di axaftina xwe de bal kişand ser poîtikayên HDP'ê yên herêmî û got ku bi hişmendiya desthilatdar şaredariyên wan hatin xespkirin û wiha got:“ Di sala 2016'an de ji aliyê hişmemdiya desthilatdar ve şaredariyên gel hatin xespkirin. Bajar bi vê hişmendiyê hatin birêvebirin. Lê me di  hilbijartinên herêmî de di 31'ê Adarê de bersiva herî xurt me da vê hişmendiyê. Me di 31'ê Adarê de biryarên radîkal dan û bersiv jî da vê hişmendiyê.  Ji bo keda hevalan em spasdar in. Armanca komxebata me ew e ku em hem xwe rexne bikin hem jî em ji bo avakirina şaredariyên demokratîk rê û rêbazên xwe aşkere bikin. Em ê heta dawiyê li dijî vê hişmendiya dagirker û qeyyuman tebikoşîn.”    Piştî axaftina Sezaî Perwerdehiya Komxebata Herêmên Demokratîk ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.    Di vê rûniştinê de  “Netewa Demokratîk”, Polîtikayên pratik”,”Komûn”,”Meclîsên Gel”,”Xebatên taxan”,”Şaredariyên Civakî” dê bên nirxandin. Bernameya Komxebatê dê heta sibehê bidome.