Ji ciwanan bang: Em li dijî hişbir û fuhuşê banga rêxistinbûnê dikin 2019-07-05 09:11:06   AMED - Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Îlknur Şaybak da zanîn ku der barê pêngava ku meclîsa ciwanan daye destpêkirin ya ‘Nebe tiryak azad be’ ya li dijî fuhuş, hişbir û asîmîlasyonê hatiye destpêkirin, axivî û got di 7’ê Tîrmehê de li Orman Parkê bernameyekê pêk tînin û got divê hemû ciwan tevlî bibin.   Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Amedê der barê fuhuş, asîmîlasyon û hişbirê de mal bi mal tax bi tax digerin û malbatan hişyar dikin. Her wiha li dijî şîdeta li ser jinan û îstîsmara zarokan atolyeyên ‘zayenda civakî û parastina cewherî’ pêk tînin. Niha jî di 7’ê Tîrmehê de li Orman Parqê bernameyek ciwanan pêk tîne.   Îlknurê got li herêmê bi zanebûn hişbir, fuhuş û asîmîlasyon li ciwanan tê ferzkirin û wiha got: “Bi van polîtîkayan dixwazin ciwanan bêdeng bikin. Gotinên zayendperest pir zêde ne. Kuştinên jinan, îstîsmara zarokan her diçe zêde dibe. Cezayek bi bandor nayê dayîn. Berovajî vê cesaretê didin mêran. Em li dijî vê ketin pêvajoya rêxistinbûnê. Me atolye û qurs vekirin. Armanca me ev bû ku ciwanên ji rê derketine bi civakê bên qezenckirin.”   ‘Ciwan ji guherînê re vekirîne’   Îlknurê bi lêv kir ku bi armanca ciwanan ji hişbir û pêkanînên xerab dûr bigirin pêngava ‘Nebe tiryak, azad be’ dane destpêkirin û got: “Ciwan ji guherînê re pir vekirîne. Em li dijî kesên ciwanan pasîf dikin, ciwanan çalak dikin. Em ê li her qadê li dijî vê têbikoşin. Li zanîngeh, lîse û kolanan pêşiya ciwanan tê girtin û neçarî pergalê tên kirin. Di pêvajoya pêş de gelek planên me hene. Em ê van di demek kurt de bikin jiyanê.”   Îlknurê balkişand bernameya ku wê di 7’ê Tîrmehê de li Orman Parqê pêk tînin û got ev pêngaveke pi girîng e û bang li hemû ciwanan kir kul i dijî fuhuş, hişbir û asîmîlasyonê xwe rêxistin bikin û tevlî bernameyê bibin.