Daxuyaniya HDP'ê ya Enqereyê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin 2019-07-03 13:38:16   ENQERE - Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê li dijî êrîşên li ser rêveberên partiyê û hevserokên Şaredariya Diyadînê xwestin li Enqereyê daxuyaniyê bide. Polîsan mudaxaleyî rêveber û hevserokên Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê kirin.    Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê li dijî êrîşên li ser rêveberên partiyê û hevserokên Şaredariya Diyadînê Evren Demir û Betul Yaşar, xwestin li ber avahiya HDP'ê ya li Enqereyê daxuyaniyê bide. Polîsan mudaxaleyî rêveber û hevserokên Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê kirin. Di dema hat xwestin ku daxuyanî bê dayin polîsan rêveber û hevserokên Rêxistina HDP'ê xwestin têxin hundur avahiyê.    Rêveberên HDP'ê bertek nîşanî polîsan dan û gotin:"Nebin polîsên AKP'ê, hûn ê jî rojekê bên darizandin. Em li vir ji bo hemû neteweyan têkoşînê didin."   Cara duyem dîsa hat xwestin ku daxuyanî bê dayin lê polîsan nehiştin.    Daxuyaniya ku polîsan destûr nedan wiha ye:   "Em êrîşa li ser hevserokên Şaredariya Diyadînê şermezar dikin. Piştî hilbijartinên 31'ê Adarê li 26 şaredariyên me cîhaza x-ray hatiye bicihkirin û xizmetên şaredariyê tê xwestin ku bê astengkirin. Welatiyê bi navê Mehmet Hayri Durmuş dema ku xwestiye têkeve şaredariyê bi êrîşa polîsan rû bi rû hatiye hiştin. Li ser vê yekê Hevşaredarên Şaredariya Diyadînê Evren Demir, Betul Yaşar ketine navberê û ew jî bi êrîşa polîsan rû bi rû mane. Piştî bûyerê bi sedan polîs bi copên xwe ketine şaredariyê û îradeya gelê Diyadînê xesp kirine. Ji bo ev bûyer bê veşartin polîsan dîmenên kamerayên şaredariyê desteser kirine. Em vê bûyerê dîsa  şermezar dikin û em dibêjin tu kes nikare îradeya gel xesp bike. "