Guneş Gumuş: Hewcedarî bi hişyariya şoreşger heye 2019-07-02 09:20:44   ENQERE - Seroka Giştî ya ESP’ê Guneş Gumuş diyar kir ku beramberiya AKP’ê li cem kedkar, ciwan û aliyên perwerdekirî nemaye û got: “Burjuva normalbûnê dixwaze. Lê ev nolmalbûn xîtabê gelê kedkar û bindestan nake. Hewcedarî bi çareseriyên cudatir heye. Ji ber vê hewcedarî bi guherînê heye.”   Seroka Giştî ya Partiya Kedkaran a Sosyalîst (ESP) Guneş Gumuş bandora hilbijartinên Stenbolê û mutabakata civakî ya pêk hatiye nirxand. Guneşê got desthilatdariyê hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an nû kiriye û di 1’ê mijdarê de encam girtiye û heman tişt hewl daye vê varê jî bike lê wek ya wan pêk nehatiye. Guneşê da zanîn ku di 31’ê Adarê de ji AKP’ê qut bûn û bertek zêde bûne.   ‘Wê bi xîleyan rêbazên nû bibînin’   Guneşê her wiha destnîşan kir ku divê di mijara watedarkirina encamên hilbijartinên Stenbolê de baldar bin û got Tayyîp Erdogan û AKP xwedî her derfetê ne û hemû saziyên dewletê û çapemenî di destê xwe de digire, ji ber vê bi xîleyan rêbazên nû dibînin.   Guneşê ev tişt anî ziman: “Desthilatdarî gelek bi kîbîr e. Dibêj e ‘Ez dikarim li gorî xwe siyasetê bi rê ve bibim’. Aborî têk çûye, zava tîne ser xezîneyê. Heta 23’ê Hezîranê gotinên globalkirî tê bikaranîn, ev jî nabe, tiştekî din didin berdewamkirin. Behsa bekayê dikin, piştre ji bo dengên Kurdan bigirin tiştekî din dikin. Ev jî rastî bertekên welatiyan tên. Hilbijêrên HDP’ê bi biryarek mezin pişgirî dan CHP’ê.”   ‘Hewcedarî bi hişyariya şoreşgerî heye’   Guneşê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo di xeta siyasî ya Tirkiyeyê de guherînek cidî çê bibe û ji AKP’ê xilasî çê bibe hewcedarî bi hişyariyeke şoreşger a gel heye. Hewcedarî bi guherîna girseyî heye. Ev bi hilbijartinan nabe. Qedera girseyan bi hilbijartinan naguhere. Ev ji bo hemû gelan wisa ye. Ji ber vê divê têkoşîn bê dayîn. Burjuva normalbûnê dixwaze. Lê ev nolmalbûn xîtabê gelê kedkar û bindestan nake. Hewcedarî bi çareseriyên cudatir heye. Ji ber vê hewcedarî bi guherînê heye.”   Guneşê balkişand ser bandora krîza aborî û destnîşan kir ku divê krîza aborî ji encamên hilbijartinê cudatir bê nirxandin û got wisa xuya dike ku wê krîza aborî hîn bêtir kûr bibe.