Li Lutfiye Duymak 3 sal, mehek û 15 roj ceza hat birîn 2019-06-29 10:50:42   ŞIRNEX - Lutfiye Duymak, di çarçoveya lêpirsînekê de bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û piştî îtirazan serbest hatibû berdan. Îdianmeya derbarê Lutfiye ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê hatibû amadekirin, hat qebûlkirin û li Lutfiye 3 sal mehek û 15 roj cezayê girtîgehê hat birîn.   Lutfiye Duymak, di çarçoveya lêpirsînekê de bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û piştî îtirazan serbest hatibû berdan. Îdianmeya derbarê Lutfiye ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê hatibû amadekirin, hat qebûlkirin û li Lutfiye 3 sal mehek û 15 roj cezayê girtîgehê hat birîn.   2'emîn rûniştina doza îdianameya li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat qebûlkirin, hat dîtin. Li rûniştina ku Lutfiye nehatê Parêzer Newroz Uysal amade bû. Dozgeriyê bi sûcdariya "Alîkariya bi rêxistinê" ji bo Lutfiye ceza xwest.    Parêzer Newroz mafê axaftinê xwest û xwest ku muwekîla wê beraat bike. Piştî navberê li Lutfiye 3 sal, mehek û 15 roj ceza hat birîn.