‘Deshilatdariyê bandora Abdullah Ocalan qebûl kir’ 2019-06-29 09:16:35   ÎZMÎR - Endama PM ya HDP'ê Guley Gun Bîlîcî, bal kişand ser nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku peyam hatiye manîpulekirin û wek alava hilbijartinê hat bikaranîn û wiha got: "HDP wê her tim di sekna xwe ya riya sêyemîn de zelal bin û wisa berdewam bikin.”   Endama Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulay Gun Bîlîcî, hilbijartina Stenbolê û der barê nameya Rêberê PKK’ê ya beriya hilbijartinê hat deklerekirin de nirxandin kir.  Gulay, diyar kir ku çend roj beriya hilbijartinê deshilatdariyê nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan deklere kiriye û ev rewş jî nîşan dide ku desthilatdariyê bandora Abdullah Ocalan qebûl kiriye. Gulayê got HDP û hilbijêrên Kurd piştgiriyê didin demokrasiyê û got divê CHP li alî rastiyê xwe biguhere.   Gulayê destnîşan kir ku peyam hatiye manîpulekirin û wek alava hilbijartinê hatiye bikaranîn û ev jî nîşan dide ku desthilatdarî bandora Abdullah Ocalan ya li ser gelê Kurd qebûl kiriye. Gulayê her wiha bi lêv kir ku Gelê Kurd bi sîstematîka ‘parçe bike, bi rêve bibe’ a dewletê bawer nake.   ‘Me piştgirî da demokrasiyê’   Gulayê daxuyakirin ku astengiya li pêş tifaqa Cumhur a hilbijartinên Stenbolê carek din hatiye dîtin ku HDP ye û got ew li pêş her cureyê çalakiya ku gelan dihewîne wê bisekinin. Gulayê wiha berdewam kir: “HDP’ê piştgirî nedaya CHP’ê, daye demokrasiyê. Peyama ku Abdullah Ocalan bi hevkariya parêzerên xwe re şandiye jî bi HDP’ê re di heman fikrî de ye. Nameya Abdullah Ocalan ku yek ji kesên fikra HDP’ê hilberandiye, jî ji aliyê dewletê ve hatiye manîpulekirin. Dema deshtilatdariyê hîn kir ku li hember dengên Kurdan lîstin. Lê em wek HDP wê her tim di sekna xwe ya riya sêyemîn de zelal bin û wisa berdewam bikin.”   Gulayê her wiha destnîşan kir ku HDP amadeye ku bi hemû hêzên demokrasiyê re bixebite û got: “Di dema kurt a serokatiya Ekrem Îmamoglu de me dît ku Stenbol bûye qada rantê ya desthilatdariyê. Me helwesta CHP’ê ya li dijî dijhiqûqiya li hember HDP’ê jî dît. HDP her tim li dijî şaşiyane. Em dixwazin ku CHP jî bibe partiyeke li alî rastiyê.”