Serpîl Kemalbay: Tirkiye divê ewil pirsgirêkên xwe yên qedîm çareser bike 2019-06-28 09:21:37   ÎZMÎR - Serpîl Kemalbay a HDP’î diyar kir ku nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya beriya hilbijartinê hatiye aşkerakirin, balê dikşîne ser ‘riya sêyemîn’ ya li şûna Tirkiyeya  ji demokrasiyê dûr û wiha got: “Divê CHP jî li dijî polîtîkayên şer bibe xwedî helwest. Divê pirsgirêkên qedîm yên Tirkiyeyê çareser bike.”   Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay der barê hilbijartinan de nirxandin kir û da zanîn ku di windakirina tifaqa AKP-MHP’ê de bernameya HDP’ê ya riya sêyemîn bi bandor bû.   Serpîlê da zanîn ku CHP ya di 31’ê Adarê de bi 13 hezar dengî di pêş de bû di 23’ê hezîranê de derxistiye 800 hezar dengî û ev jî ji neheqiya tifaqa AKP-MHP’ê pêk hatiye. Serpîlê wiha got: “Gotinên nefretê yên AKP’ê bi bandor bûn. Gel xwedî li siyaseta demokratîk derket.Gelê Stenbolê peyamek ji bo pêşerojê da. Pêşiya tifaqa demokrasiyê vekir.”   ‘Her ku bêçare man li deriyê Îmraliyê xistin’   Serpîlê got li ser HDP’ê hewl tê dayîn manîpulasyon bê afirandin û bi taybet serokomar û Tifaqa AKP-MHP’ê li hember hilbijêrên Kurd gotinên xwe guhertin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê Kurd ev manîpulasyon heman fêm kir. Namzetê AKP’ê Bînalî Yildirim li Amedê gotina ‘Kurdistan’ anî ziman. Lê kes bi vê naxape. Birêz Ocalan ev pêvajo nirxand. Peyama derket holê jî serdestbûna riya sêyemîn bû. Yanî nameya Birêz Ocalan balkişandiye ser riya sêyemîn. Ji xwe ev jî bernameya HDP’ê bû. Di vê esasa sêyem de pêşxistina polîtîkayê bû.”   ‘Tevgera siyasî ya Kurd fêm nekirine’   Serpîlê destnîşan kir ku kesên dibêjin wê pirsgirêkan bi polîtîkayên şîdet û asîmîlasyonê çareser bikin, têkoşîna azadiya gelê Kurd ya bi bedelên mezin meşandine, fêm nekirine û wiha got: “Çûn ji Ocalan nameyê bigirin. Ev tê wateya ku tevgera siyasî ya Kurd fêm nekirine. Ji maseya muzakereyê ya 2013-2015’an jî tiştek fêm nekirine. Ji bo wan nameyek têrî ku Kurd bê alî bimînin, têr dikir bû. Ev biçûkxistina daxwaza gel e. Lê tevgera siyasî ya Kurd û pêkhateyên HDP’ê ev peyam baş fêm kirin.Peyama hat dayîn wiha bû: HDP, gelê Kurd û hêzên demokratîk divê riya sêyemîn mezin bikin. Ev jî venasîna têkoşîna siyasî ya HDP’ê mezin kiriye.”   Serpîlê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku divê polîtîkayên ku hêzên demokrasiyê dike yek, bên pêşxistin û divê ewil pirsgirêkên qedîm yên Tirkiyeyê bên çareserkirin.