‘Gel naxwazin bi faşîzmê bên birêvebirin’ 2019-06-27 09:23:03   Habîbe Eren   ENQERE - Tulay Hatîmogullari ya HDP’î diyar kir ku di hilbijartinên Stenbolê de Kurd û hêzên demokrasiyê rolek girîng lîstine û got ya girîng têkoşîna ji vir şûnde ye û ji vir şûnde jî wê xebat û hewldanên wan bidomin.   Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari encamên hilbijartina 23’ê Hezîranê nirxand û bal kişand ser xeta têkoşînê ya ji vir şûnde.   Tulayê got YSK’ê di hilbijartinên 31’ê Adarê de darbe kiriye û got: “Ev mudaxale ne tenê li hember hilbijêrên Stenbolê li hember hemû hilbijêrên Tirkiyeyê bû. Deshilatdariyê ji bo xwe hilbijartin betal kir. Lê feraseteke hêza demokrasiyê ku desthilatdarî gelek biçûk dibîne heye.”   ‘Naxwazin bi faşîzmê bên birêvebirin’   Tulayê da zanîn ku li gorî encamên hilbijartinên welatiyên li Tirkiyeyê naxwazin bi faşîzmê bên birêvebirin û ev tişt bi lêv kir: “Seranserê hilbijartinê li hemberî hilbijêrên Kurd manîpulasyonek cidî hebû. Desthilatdariyê kîjan pêngav avêt di destê wan de teqiya. Rojek beriya hilbijartinê ji aliyê desthilatdariyê ve ‘nameya îmraliyê’ hat serwîskirin û xwestin manîpulasyonê biafirînin. Li ser nameya ku Birêz Ocalan şand xwestin manîspulasyonê biafirînin. Lê ya ku HDP’ê ji nameyê fêm kir ev bû ku der barê taktîka hilbijartinê de hemû nirxandina fikir ji HDP’ê re hiştiye. Hemû hêzên demokrasiyê di asta ku baş bixwînin û baş fêmkirinê de ne. Ji ber vê jî baş hatiye xwendin û fêmkirin.”   Tulayê da zanîn ku hilbijartina 23’ê Hezîranê bersiveke baş ji bo desthilatdariyê ye û Ekrem Îmamoglu yê duh bi 13 hezar dengî ket pêşî îro bi 800 hezar dengî bi ser ket. Tulayê da zanîn ku piştî hilbijartinên 23’ê Hezîranê ji bo wan a esas xebat û têkoşîna wan e.   ‘Hilbijêrên HDP’ê rolek girîng lîstin’   Tulayê balkişand ser rola hilbijêrên HDP’ê yên di hilbijartinan de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Stratejiya me ev bû ku em bi AKP’ê bidin qebûlkirin û HDP’ê li her çar alî Tirkiyeyê îmze avêt serkeftinên girîng. Hilbijêrên HDP’ê di hilbijartinên 31’ê Adarê de jî di ya 23’ê hezîranê de jî rolek girîng lîst. Hewcedariya vî welatî bi demokrasiyê heye. Hewcedariya welat bi destûreke bingehîn a demokratîk heye.”   'Divê pirsgirêkên welat li ser maseyê bên nîqaşkirin'   Tulayê ev tişt anî ziman: “Li welat prisgirêka Kurd heye û tevî di dema desthilatdariyê de çirûska çareseriyê hat pêxitin jî desthilatdariyê çareser nekir, neçareserî ferz kirin. Divê em hemû vê bi hev re bixwazin. Banga HDP’ê li hemû hêzên demokrasiyê ye. Divê pirsgirêkên sereke yên welat li ser maseyê bên danîn û nîqaşkirin. Destûra Bingehîn ya heyî gelan nas nake. Hewcedariya welat bi destûreke bingehîn ya nû heye.”