‘Welatî ji bo demokrasiyê hatin cem hev' 2019-06-27 09:17:57   STENBOL - Melda Onur ya CHP’î der barê encamên hilbijartina 23’ê hezîranê de axivî û got: “Gotinên AKP’ê yên dawî bandor li dengên hilbijêran kir. Ev şaşiya xwe bi lîstina ruleta Rûs kir.” Parlamentera CHP’ê ya Tekîrdagê Candan Yuceer jî da zanîn ku mirovê di alî îdeolojîk de cuda difikirîn ji bo demokrasiyê hatin cem hev.   Hilbijartinên Stenbolê yên 31’ê adarê ji aliyê YSK’ê ve hatibû betalkirin û hilbijartin di 23’ê hezîranê de ji nûve pêk hat û namzetê CHP’ê Ekrem Îmamoglu bû şaredar. Parlamentera dema berê ya CHP’ê Melda Onur û parlamentera CHP’ê ya Tekîrdagê Candan Yuceer der barê hilbijartinê de axivîn.   Meldayê diyar kir ku AKP’ê hewl daye bi hilbijartinên Stenbolê pêngavek nû bikin û wiha got: “Dikaribû pêvajoyeke dozê ya cuda bihata meşandin, dikaribû qeyûm bihata tayînkirin, lê nûbûna hilbijartinan gelek baş bû.”   ‘Desthilatdariyê ruleta Rûs lîst’   Meldayê balkişand ser peyama ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şandiye û dengên welatiyên Kurd û wiha pê de çû: “Di demek kurt de ji aliyê destilatdariyê ve pêngavek wisa hat kirin. Gotin Pontus. Gotin Beka. Di dawî de dîtin ku rewşeke ne baş e. Ruletek Rûs ya dawî lîstin û gotin çawa lê hat. Gotinên AKP’ê yên demên dawî bandor li ser hilbijêran kirin.”   ‘AKP’ê dawiya xwe anî’   Meldayê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ev rewş di nav AKP’ê de wê bibe sedema nîqaşên mezin û dirêj. Di HDP’ê de jî wê bibe sedema nîqaşan. Bi rastî peyameke wisa ya Ocalan hebû an na? Çi bû çi hat kirin wê di partiyê de bê nîqaşkirin Desthilatdariyê zimanekî rast bi kar neanî. Zimanekî sûcdar û cudaxwaz bikar anî. Mijara Pontus li Behrareş rê li ber şikestinek cidî vekir. Ez li Esenler rudinim, li wir hem Kurd hem jî hilbijêrên Behrareş hene. Vê nîqaşê dengên AKP’ê xist.”   'Yen xwestin darbeya hiqûpê bixin winda kirin'   ‘Candan Yuceer jî got hilbijartinên 23’ê hezîranê ji bo wan girîngin û got pêvajoya hilbijartinê adîlane pêk nehatiye û wiha pê de çû: “Di dîroka Tirkiyeyê de yekem car di 31’ê adarê de pêvajoya dijhiqûqî hat jiyîn. Ekrem Îmamoglu biser ket lê îradeya gel hat xespkirin. Bi vê biryara YSk’ê re di 28’ê sibatê de jî pêvajoyek wisa hat jiyîn. Mirovên vê welatî her tim denga xwe li alî demokrasiyê bikaranîn. Ev hilbijartin li dijî darbeya li hember demokrasiyê hatiye kirin, sekn û hêviyek bû. Me carek din dît ku; Gel sekna xwe ya li alî demokrasiyê tu car winda nekir. Yên xwestin darbeyê hiqûqê bixin winda kirin.”   Candanê bi lêv kir ku piştî hilbijartinên Stenbolê divê her kes baş bifikire û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Vê civakê hişyariya xwe kir. Piştî vê divê siyasetmedar bibînin ku çi raste çi şaş e. Berpirsyariyek mezin e heye. Wê her tişt xweştir bibe.”