Fatma Bostan Unsal: Hilbijêran şansek dan Tirkiyeyê 2019-06-26 09:17:27   Dîlan Babat /Safiye Alagaş   STENBOL - Fatma Bostan Unsal da zanîn ku nûkirina hilbijartinên Stenbolê di alî AKP’ê de stratejiyek şaş bûye û di encama hilbijartinan de piştgiriya hilbijêrên Kurd pir zêde bûye û wiha got: “Hilbijêran bi vê hilbijartinê şansek da Tirkiyeyê. Divê hemû partî vê şansê di terza herî rast de esas bigirin û pêk bînin. Divê pergalek li ser jiyana civakî ya adîlane bê avakirin.”   Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) hilbijartina Stenbolê betal kiribû û di 23’ê hezîranê de gel dîsa çû ser sindoqan û ji sedî 54.03 namzetê CHP’ê Ekrem Îmamoglu bi ser ket û 59 kat ferq xist navbera xwe û namzetê AKP’ê Bînalî Yildirim.   Yek ji damezrînera berê ya AKP’ê Fatma Bostan Unsal, der barê hilbijartinên Stenbolê de nirxandin kir.   ‘Di alî AKP’ê de stratejiyek şaş bû’   Fatmayê diyar kir ku hincetên betalkirina hilbijartina Stenbolê rayagiştî tatmîn nekiribû û wiha pê de çû: “Di 31’ê Adarê de Ekrem Îmamoglu di asteke dezavantaj de bû. Li gorî Bînalî nedihat nas kirin. Yanî bi giştî AKP hîn xurtir bû. Di 31’ê Adarê de şîrketên anketê digotin AKP’ê piştgirî winda kiriye. Rayagiştî anket bi rêk û pêk nîqaş nekir. Sozên Ekrem Îmamoglu hebûn. Di rewşeke 18 rojî de dest bi pêkanîna vê kiribûn. Bînalî ber bi 23'ê hezîranê sozên nû vegot. Gel jî bêguman got ‘şaredarî 25 sal bû ya we bû çima we nekir?”   ‘Ji ber polîtîkayên şaş bi encamek mezin winda kir’   Fatmayê bi lêv kir ku Ekrem Îmamoglu bi awayekî xurt ketiye pêşiya Bînalî Yildirim û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me dizanibû AKP’ê hêz winda kiriye. AKP’ê bixwe jî dizanibû. Ji ber polîtîkayên şaş bi encamek mezin winda kir.”   ‘Piştgiriya hilbijêrên Kurd pir mezin bû’   Fatmayê axaftina xwe wiha berdewam kir: “AKP’ê piştî hilbijartinên 31’ê Adarê dest ji zimanê newekheviyê berda û ji bo hilbijartinên 23’ê Hezîranê ji bo xwe nêzî Kurdan bike gotina ‘Kurdistan’ anî ziman. Herî dawî çûn cem Ocalan û hevdîtin kirin. Divê beriya her tiştî samimiyet hebûna. Di heman hilbijartinê de em dizanin ku welatiyên navçeyeke Amedê çawa bêzar bûn. Bi hinceta KHK’ê mazbataya şaredar nedanê. Ji ber vê jî ji hilbijêran bendewariyeke cuda dipên. Ev jî ne mantiqî ye. Hilbijêrên HDP’ê jî bêguman Ocalan û partî baldar girtin û çûn ser sindoqan. Rêjeya dengên Kurdan li Stenbolê ji sedî 13 ye. Ev serkeftina Îmamoglu ne surprîz bû. Piştgiriya hilbijêrên Kurd gelek mezin bû.”    ‘Erdogan stratejiya Bînalî xera kir’    Fatmayê destnîşan kir ku yek ji bandorên ku bi AKP’ê daye windakirin, zimanê ku bi kar aniye û wiha got: “Li seranserê welat hilbijartin wek pêşbirkekê nîşan dan. Mijara Beka, zîle û tifaqa îlet ji ber vê derket holê. Bînalî beriya 31’ê Adarê digot ‘namzet ne di pêşbirkê de ne’. Bixwe bawer bû. Erdogan stratejiya Bînalî ya dixwest pêk bîne xera kir.”   Fatmayê her wiha balkişand ser encama hilbijartinê û ev tişt anî ziman: “15 sal bû li Tirkiyeyê me demokrasî ji bîr kiribû. Ev jî tercîha AKP’ê bû. Ji bo tabana wan nereve ev dikir. Lê êdî ne hewaya tirsê ya hewaya demokrasiyê ava bû. Piştî hilbijartinên referandumê AKP’ê xwe hêdî hêdî qedand. Piştî vê krîza aborî û edaletê li welat derket holê. Hilbijêran di vê hilbijartinê de şansek da Tirkiyeyê.”