Ozlem Gunduz: Operasyon li dijî tifaqa neteweyî ya Gelê Kurd e 2019-06-24 09:15:13   Berîtan Canozer   AMED - Endama MYK HDP’ê Ozlem Gunduz da zanîn ku Kurd li Rojhilata Navîn bi bandorin û got tu welat nikarin Kurdan ji nedîtîve bên.   Tirkiye ya li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê operasyona derveyê sînor pêk anî, sewkiya xwe ya leşkerî didomîne. Gelek aliyan bertek nîşanî operasyonê da û HDP’ê jî operasyon wek ‘êrîşa li hember yekitiya gelan’ nirxand. Endama Lijneya Rêveberiya Meclîsa (MYK) HDP’ê xebatên piştî hilbijartinê yên HDP’ê û operasyona derveyî sînor nirxandin.   ‘Em ne partiya hilbijartinê ne’   Ozlemê bi lêv kir ku HDP ji avabûna xwe heta niha bi felsefe û paradîgma xwe ji bo gelên Tirkiyeyê bûye hêvî û wiha got: “Me ev di hilbijartinê de jî carek din dît. Bi stratejiya xwe nîşan da ku partiyek girîng e. Stratejiya HDP’ê ev e ku bi AKP-MHP’ê bide windakirin, li Kurdistanê şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin şûnde bigirin. Di encamê de vê stratejiyê encam da û bi ser ket. Bi heman awayî ev stratejî wê bidome. Em hilbijartina Stenbolê jî niha wisa digirin dest. Bêguman em ne partiya hilbijartinê ne,di heman demê de rol û mîsyonek me ya ku em siyasetê civakî bikin heye. Em partiyeke hêviya bindestan e.”   ‘Li dijî faşîzmê têkoşîna rêxistinkirî’   Ozlemê balkişand ser qelsiya rêxistinbûna civakê û wiha pê de çû: “Em di vê miajrê de ketin qelsiyê. Me nirxandina vê di civînan de kir. Li ser vê xwerexnedayînê me civînên gel kirin. Me plansaziya konferansên herêmî û navendî danî pêş xwe. Piştî hilbijartinan tabloyeke derketiye holê heye. Hewcedariya hemû aliyan bi demokrasiyê heye. Ji bo faşîzm têk biçe hewcedarî bi rêxistinê heye. Li hember hemû aliyan zext hene. Ji ber vê têkoşîn ferz e.”   ‘Operasyon li hember yekitiya neteweyî ye’   Ozlemê balkişanser pirsgirêka Kurd a li welat û got ev pirsgirêk ne pirsgirêkeke ku ji nedîtîve bê dîtinê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê, li şûna meclîs bikeve betlanê divê komîsyoneke ku hemû partiyên siyasî tevlî bibin ava bibe. Tirkiye hem di siyaseta hundir hem di siyaseta derve de têk çûye. Partiyeke ku siyasetê bi şer dimeşîne heye.Li hember Îranê planên operasyonê dike û amadekariyan dike. Ev nikare bê qebûlkirin. Armanc dikin ku tifaqa Kurd a neteweyî têk bibin. Ev êrîşeke li hemberî yekitiya neteweyî ya Gelê Kurd e.”   ‘Kurd li Rojhilata Navîn bi bandor in’   Ozlemê bi lêv kir ku ev operasyon ji bo zîhniyetên ji şer xwedî dibin re rantê pêk bîne ye û wiha dawî lê anî: “Bêguman ev operasyon banodrê li gelên Tirkiyeyê jî dike. Wê gelan bîne hember hev. Ev hewldanên wisa aliyên netewperest dike tevgerê. Li hember Kurdan dikin alava dijpropagandayê. Kurd li Rojhilata Navîn bi bandorin. Di dîzaynkirina ji nû ve avakirinê ya Rojhilata Navîn de Kurd nikare ji nedîtîve bên dîtin. Tu kes nikare Kurdan tune bihesibîne, hebûna wan înkar bike. Di hilbijartinên Stenbolê de Kurd çawa bi bandor bûn li Rojhilata Navîn jî wisa ye.”