Salîha Aydenîz: Li ku derê Kurd hebin, hewl didin tune bikin 2019-06-22 09:18:17   Berîtan Canozer   AMED - Salîha Aydenîz a HDP’î operasyona dersînor a li hember Herêma Federal a Kurdistanê wek ‘parçeyeke polîtîkaya tunekirinê ye’ nirxand û wiha got: “Yên li Bakur dijminê Kurdan e, wê li Başûr jî dijminê Kurdan bin. Divê em vê wisa bibînin û binirxînin. Em neçar in bi hev re tev bigerin û bi hev re têkoşin.”   Operasyona ku Hêzên Çekdarî yên Tirk (YSK) di 27’ê Gulanê de li hember Xakurkê ya qada Bîradost ya girêdayê Herêma Federal a Kurdistanê, da destpêkirin bi balafirên F-16 yên şer û helîkopteran didome. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, der barê operasyona dersînor de nirxandin kir.   Salîhayê pêvajoya muzakereyê ya di navbera 2013-2015’an de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hatiye meşandin bi bîr xist û got di vê pêvajoyê de zemîna demokrasiyê hatiye avakirin û hawira aştiyê derketiye holê.   ‘Ne AKP, MHP welat bi rê ve dibe’   Salîhayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû aliyan ev pêvajo ligel hev jiya. Di 7’ê Hezîranê de ne desthilatdarî bi tena serê xwe, piranî derket holê. Me pêvajoyek hilbijartinê ya wisa jiya. Lê mixabin ev 4 sale nêzîkatiya faşîzan a AKP-MHP’ê her tişt tune kir. AKP û MHP bûn yek û pêla netewperestiyê belav kir û yekparêzî xistin jiyanê. Desthilatdarî ne ji bo civakê, ji bo xwe xizmetê dike. Yekparêziyê ji bo vî welatî tu tiştek neda qezenckirin. Êrîşên faşîzan yên AKP-MHP’ê yên li dijî Başurê Kurdistanê, nîşaneya ji şer xwedîbûnê ye. Li Tirkiyeyê desthilatdarî wek AKP’ê tê dîtin lê vî welatî MHP bi rê ve dibe.”   ‘AKP serê krîzê bi şer vedişêre’   Salîhayê destnîşan kir ku êrîşa li hember Efrînê beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê hatiye kirin û îro jî êrîşa li hember Herêma Federal a Kurdistanê beriya hilbijartina 23’ê Hezîranê tê kirin û got: “Ev ne tesaduf e. Tirkiyeyê îmhaya topyekun û qirkirinê wek polîtîka daniye ber xwe. Êrîşên li hemberî Başurê Kurdistanê berdewama polîtîka tunekirina Kurdan a ku hikûmeta AKP’ê bi salane didomîne ye. Tehemulê destkeftiyên Kurdan nakin û hewl didin bi şer qezencan tune bikin. Lê gelê Kurd zêdetir bi têkoşîn, ziman, çand û dîroka xwe ve girêdayî dimîne û xwedî lê derdikeve. Em îro şahidiya tifaqa AKP-MHP’ê dikin.”   ‘Em neçar in bi hev re têbikoşin’   Salîhayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku êrîşa li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê divê baş bê xwendin û wiha got: “Ev êrîş li hember hemû Kurdan e. Ji ber vê divê têkoşînek yekbûyî pêk bê. Divê Kurd bi hev re li dijî polîtîkayên dagirker derkevin. Yên li Bakur li dijî Kurdan dijmin in, li Başûr jî li Rojava jî dijminê Kurdan e. Divê ev wisa bê dîtin û nirxandin. Em neçar in bi hev re tev bigerin û têbikoşin.”