Ji hilbijartinê re 2 roj ma: Kurd aliyê ku hevsengiyê diguhere ye 2019-06-21 09:15:28   STENBOL - Şêniyên navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê diyar kirin ku di hilbijartina Stenbolê de Kurd xwedî roleke girîng in û wiha gotin: “Kurd li vê erdnîgariyê aliyê ku hevsengiyê diguherîn in. Dizanin ku dema Kurd tunebin nikarin bi ser bikevin.”   Hilbijartina Stenbolê ku ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve hat betalkirin, roja 23’ê Hezîranê wê carek din pêk bê. Hilbijêrên Kurd ku di hilbijartina 31’ê Adarê de rolek girîng lîstin, wê di 23’ê Hezîranê de dîsa biçin ser sindoqan.   ‘AKP wê têk biçe’   Jina bi navê Turkan Yardimci ku negot wê dengê xwe bide kê, wiha got: “Kurd di vê hilbijartinê de gelek bi bandor in. Bi îradeya gel, bi dengên gel lîstin. Hûn ji kê dipirsin bipirsin, wê sîleyek wisa li AKP’ê bixin, wê AKP têk biçe. Bînalî Yildirim û Ekrem Îmamoglu derketin bernameyek TV yê. Sekna Ekrem Îmamoglu gelek baş bû. Bînalî jî weke ku qerfên xwe bike, sekinî bû. Bersiva tu pirsê bi awayekî baş neda. Divê bizane ku bi evqas derew û xapandinê wê bi sîleya mirovan têk biçe.”   ‘Kurd li vê erdnîgariyê hevsengiyê diguhere’   Jina bi navê Hurriyet Yusel jî gotina hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş a ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê vegotibû jî bi bîr xist û wiha got: “Me jî bi ya gotina wî kir û em çûn ser sindoqê. Em ê dîsa heman tiştî bikin. Em ê ji neçarî dengê xwe bidin namzetê CHP’ê. Lê vê ji bîr dikin, Kurd li vê erdnîgariyê aliyekî ku hevsengiyê diguhere ye.”   ‘Ji bo AKP biçe em ê dengê xwe bidin CHP’ê’   Saîme Tangut jî destnîşan kir ku Kurd bi salane rastî neheqiyê tên û got ji ber Ekrem Îmamoglu jî rastî neheqiyê hatiye wê dengê xwe bidê û wiha pê de çû: “Qe nebe CHP, zilma ku bi salane li me hatiye kirin dîtiye û jê ders derxistiye. Ji ber vê em dengê xwe didin Ekrem Îmamoglu. Em CHP’ê naecibînin lê ji bo AKP biçe em dengê xwe didin wan. Ji bo ev rejîm biçe em HDP piştgiriyê didin CHP’ê.”   ‘Bila hebûna Kurdan ferq bikin’   Şukran Ararat jî bi lêv kir ku wê dengê xwe bidin aştî û edaletê û got ji bo êdî ciwan û jin zilmê nebînin, wê AKP’ê bişînin û wiha dawî lê anî: “CHP’ê heta niha ji bo Kurdan tiştek nekiriye. Em vê dizanin lê tevî vê em ê dengê xwe bidin wan. Ya girîng ev e ku CHP vê ji bîr neke. Me sekna Ekrem Îmamoglu eciband. Neket polemîkan. Ev jî têr nake bêguman, ger CHP di vê hilbijartinê de jî qezenc bike, bila bizanibin ku bi dengên Kurdan qezenc kirine.”   Welatiyek din jî ku nexwest navê xwe bide, nêrînên xwe anî ziman û got ew di vê hilbijartinê de jî wê dengê xwe bide CHP’ê û got ew dixwaze êdî Stenbol biguhere.