Kedkarên tekstîlê: Bila Stenbol êdî ji AKP’ê xilas bibe 2019-06-21 09:09:33   STENBOL - Ji hilbijartinên Stenbolê re demek kurt ma û kedkarên tekstîlê diyar kirin ku ji ber namzetê HDP’ê tune ye, tercîha xwe li alî namzetê CHP’ê bi kar tînin û gotin bila êdî Stenbol ji AKP’ê xilas bibe.   Ji hilbijartinên Stenbolê re saet man û li navçeya Gungoren a Stenbolê, li atolyeyek tekstîlê ku piranî jin lê dixebitin, der barê hilbijartinan de axivîn.   ‘Ji ber namzetê HDP’ê tune ye ez ê dengê xwe bidim CHP’ê’   Jinek kedkar ku navê xwe neda wiha got: “Ji ber namzetê HDP’ê tune ye, ez dengê xwe didim namzetê CHP’ê.”   Jinek din ku wê jî navê xwe neda ev tişt anî ziman: “Ez dengê xwe didim Ekrem Îmamoglu. Ez bawer dikim ku wê Îmamoglu Stenbolê bi rê ve bibe. Ez HDP’î me. Ji ber namzetê HDP’ê tune ye ez dengê xwe didim Îmamoglu.”   ‘Bila Stenbol êdî ji AKP’ê xilas bibe’   Yeşîm Akin jî destnîşan kir ku ew ê jî dengê xwe bide Ekrem Îmamoglu û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo azadî, demokrasî û hiqûqê ez dengê xwe didim Ekrem Îmamoglu. Min dengê xwe dida HDP’ê. Lê ji ber namzetê wan li Stenbolê tune ye ez tercîha xwe li alî Îmamoglu dikim.”   Raîfe Katan jî bersiv da pirsa ‘tu dengê xwe didî kê’ û ev tişt bi lêv kir: “Em dengê xwe didin xwe. Em nadin kesî. Em Kurd in. Em dengê xwe didin Kurdan.” Raîfe li dijî israra pirsê bi lêv kir ku ew dizanin dengê xwe didin kê.   Turkan Alp jî anî ziman ku ew dengê xwe dide Ekrem Îmamoglu û berteka xwe ya li hember xespkirina îradeyê wiha vegot: “Mafê me hat xespkirin. Ez dengê xwe carek din didim Ekrem Îmamoglu. Berê min dida HDP’ê. Ji ber namzetê wan tune ye ez didim CHP’ê. Bila Stenbol ji AKP’ê xilas bibe.”   Dîlara Acet jî ev tişt vegot: “Em îro ji neçarî dengê xwe didin CHP’ê. Ji bo pêşerojê, ji bo xwe em bêguman dengê xwe didin CHP’ê. Me Ekrem jî wek Selahattîn nêzî xwe dît. Ji ber vê em wî tercîh dikin. Ji bo pêşeroja xwe em dengê xwe didin Îmamoglu. Ez HDP’î me. Min tu car piştgirî nedaye AKP’ê. Tu car jî nadim.”