Derbarê Tulay Hatîmogullari ya HDP’î de fezlekeya ‘greva birçîbûnê’ 2019-06-14 09:10:07   ENQERE - Der barê Tulay Hatîmoglullari ya HDP’î de bi hinceta tevlîbûna bernameyên di pêvajoya greva birçîbûnê de pêk hatin û parvekirinên çapemeniya civakî de, bi îdiayên ‘propagandaya rêxistinê’ û ‘pesnê sûc û sûcdar daye’ fezleke hat amadekirin.   Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin hatibû destpêkirin di demek kurt de li hemû girtîgehan û gelek welatan belav bûbû. Çalakiyên ku 30 girtî jî tevlî rojiyên mirinê bûbûn, bi banga Abdullah Ocalan di 22’ê Gulanê de bi dawî bû. Di vê pêvajoyê de ji bo bibin dengê girtiyên di grevê de û daxwazên wan bên cih gelek bername û çalakî pêk hatin. Dayikên li ber girtîgehan çalakî pêk anîn, ligel wan parlamenteran jî cihê xwe girt û piştî çalakiyan der barê parlamenteran de fezleke hat amadekirin û şandin meclîsê.   Parvekirina çapemeniya civakî sûc hat hesibandin   Derbarê parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mersînê ve fezleke hat amadekirin. Di fezlekeya dozgeriyê amade kir de wiha hat gotin: “Bi armanca piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven, li avahiya HDP’ê ya Mersînê çalakiya greva birçîbûnê pêk hatiye. Di lêpirsîna Midûriyeta Emniyeta Mersînê daye meşandin de, 10 kesên îştîrakê grevê kiriye hatine binçavkirin. Binçavkirin hatine protestorkirin, çalakiya grevê ya li avahiyê hatiye kirin di hesabên çapemeniya civakî de hatine parvekirin û ji ber vê jî hatiye ragihadin ku van kesan ‘propaganda rêxistina terorê kirine’, ‘pesnê sûc û sûcdaran dane’.”   ‘Hiqûqek cotstandart pêk tê’   Tulayê fezleke û îdiayên der barê wê de nirxand û wiha got: “Hiqûqa vî welatî hiqûqek cotstandart e. Ez yek ji parlamenterên ku der barê wan de fezleke hatiye amadekirinê me. Armanca vê jî piştgiriya ji bo grevan e. Birêz Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan rabe ket grevê. Bi hezaran kesî piştgirî da Leylayê. Di encamê de jî tecrîd rabû. Berxwedan bi ser ket. Pêvajoyeke çalakiyê ya demokratîk bû. Di pêvajoya vê çalakiyê de doz jî hema tên amadekirin.”   Derbarê 3 parlamenteran de fezleke hat amadekirin   Li aliyê din jî der barê parlametntera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag, parlamenterê HDP’ê yê Wanê Murat Sarisaç ku li avahiya HDP’ê ya Amedê bi heman armancê ketibûn grevê jî fezleke hatibû amadekirin.