Ji MED DER'ê Mîne Karakaş: Dema dikevin xetereyê ji kurdan alîkariyê dixwazin 2019-06-14 09:07:15   AMED - Hevseroka MED DER'ê Mîne Karakaş, bal kişad ser axaftina namzetê AKP'ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Binalî Yildirim û wiha got: "Bi peyvên nexşandî nikarin me bixapînin. Dema dikevin xetereyê ji kurdan alîkariyê dixwazin.”   Namzetê AKP'ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Bînalî Yildirim dema hat Amedê bi kurdî axivî û peyva “Kurdistanê” bi kar anî. Ev peyv bê guman di pêvajoya hilbijartinên herêmî ya 31’ê adara 2019’an de, gotina Serokkomar Recep Tayîp Erdogan tîne bîra mirov. Di wê demê de Erdogan wiha gotibû: "Li Tirkiyê parçeyeke bi navê Kurdistan tune ye û ger hûn gelek mereqa Kurdistanê dikin, biçin Îraqê ji ber ku li vir Kurdistan heye." Hevseroka Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED DER)  Mîne Karakaş derbarê polîtîkayên ku bi taybetî di hilbijartinan de derdikevin holê nêrînên xwe anîn ziman.   'Ji kurdan alîkariyê dixwazin'   Mîne, bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê û polîtîkayên li ser zimanê kurdî didin meşandin û wiha axivî: “Ji bo berjewendiyên xwe ziman kirine amûra polîtîkayên qirêj. Ji ber ku niha rewşa wan di xeterê de ye êrîşê kurdan dikin. Dizanin ku kurd xeta sor in,  yê bide qezenckirin û yê bide windakirin jî kurd in. Her gava ku dikevin xetereyê ji kurdan piştgiriyê dixwazin."   'Nikarin kurdan bixapînin'   Mîne, destnîşan kir ku zimanê kurdî bi sala ne tê înkarkirin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Zimane kurd bi salane tê înkarkirin.  Îro jî bûye amûra siyaseta AKP’ê. Divê em tucarî tundiya li hemberî ziman û çandê ji bîr nekin. Bi wê re di pêvajoya OHAL’ê û qayumê de, lewheyên bi zimanê kurdî tev hatin rakirin, komeleyên xebatên ziman, kolejên zarokan û avahiyên çandê yên kurdî tev hatin girtin. Li gel wê yekê kesên ku peyva “Kurdistanê” bi kar tînin bi hinceta dewletê parçe dikin, endamên rêxistinê ne û propagandaya rêxistinê kirine tên cezakirin. Lê niha siyasetmendarên ku tên Amedê ji bo qezençkirina dengan peyva Kurdistanê bi kar tînin. Peva ku heman kesan înkar kiriye îro bi devê xwe hebûna wan îspat dikin. Lê wê ew nikaribin bi van peyvên nexişandî kurdan bixapînin.”   'Li Kurdistanê bi kurdî diaxivin'   Mîneyê, da zanîn ku kurd tu carî ji rastiya xwe dûr neketine û wiha axivî: "Wekî tê zanîn warê kurdan, Mezopotamya bûye landika mirovahiyeyê, bûye warê pêşketin û şaristaniyê. Gelê Kurd weke xwecihên vî warî yên kevnare her tim hebûne. Ji ber xwezaya xwe ya dewlemend her tim rastî êrîşên deshilatdaran hatine. Lê tucarî ji rastiya xwe dûr neketine. Îro ji rastî êrîşên dewletê tên, dewletê hemû rêyên bişaftin û tûnekirinê bi kar anîn. Heta qedexekirina ziman jî. Lê ev ji têre nekir ku kurd ji rastiya xwe dûr bikevin. Dîtin ku Gelê Kurd çi bixwaze wê bikarin bidest bixin, îro tên Kurdistanê û bi kurdî diaxivin."   'Li dijî bişaftinê berxwedan hewce ye'   Mîneyê, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên bişaftinê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em lîstîk û êrîşên bişaftinê yên dewletê baş dizanin. Bi van peyvên nexşandî nikarin me bixapînin. Niha ji hêla dewletê ve kreş tên vekirin. Ev tişt êrîşên AKP’ê yên bişaftinê ne. Dixwazin bişaftinê ji zarokatiyê  bidin dest pêkirin. Divê li hemberê van yekan hişyar bin û ji bo parastina rastiya xwe di nava berxwedanê de bin."