Serpîl Kemalbay: Divê hemû alî guh bidin dengê ji Îmraliyê tê 2019-06-02 09:01:28   ÎZMÎR - Serpîl Kemalbay ya HDP’î diyar kir ku her dengê ji Îmraliyê dertê ji aliyê hemû aliyan ve tê axaftin, di alî hêzên navneteweyî de jî girîng tê dîtin û wiha got: “Kesên ji bo avabûna Tirkiyeyeke demokratîk hewl didin, divê gûh bidin vî dengî.”   Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li hemû girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê hat destpêkirin piştî hevdîtina parêzeran a li Îmraliyê bi dawî bûn. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Serpîl Kemal, geşedanên hatine jiyîn û pêvajo nirxand.   Serpîlê bi lêv kir ku serkeftina grevên birçîbûnê hemû civak rehet kiriye û wiha pê de çû: “Di vê pêvajoyê de 8 kesî jiyana xwe ji dest da. Di bin zexta leşkerî de kolan zindî bûn. Di serî de dayikên laçik spî li kolanan ber xwe dan. Bê guman em nikarin bêjin hemû pirsgirêk hatin çareserkirin, tecrîd hat rakirin, di pirsgirêka aştî û demokrasiyê ya Tirkiyeyê pêngav avêtiye. Lê bloga desthilatdariyê ya faşîst şûnde gav avêtiye.   Serpîlê bi lêv kir ku Tirkiye di navbera du hêzên cîhanê de hatiye asta pelçiqandinê, divê ne bi hêzên emperyal re bi Kurdan re biaxivin, ev jî ji bo herêmê û gelê Tirkiyeyê ê erênî bû. Serpîlê ev tişt vegot: “Polîtîkayên me yên diyalogê tên krîmînalîzekirin. Niha jî çûn bixwe deriyên Îmraliyê vekirin. Peyama ji wir hat gelek watedar û rastîn bû. Dibêje ‘divê em hemû bi hev re di mijara têkoşîna aştiyê de israr bikin’.”   ‘Tunekirina Kurdan tunekirina hemû gelan ne’   Serpîlê destnîşan kir ku her dengê ji Îmraliyê derdikeve ji aliyê hemû aliyên cuda yên Tirkiyeyê ve tê axaftin, di alî hêzên navneteweyî de girîng tê dîtin. Serpîlê ev tişt anî ziman: “Yên dixwazin Tirkiyeyek nû ava bikin divê gûh bidin vî dengî. Beyî Kurdan, bi wan re neyê axaftin tiştek nikare bê kirin.”   Serpîlê der barê hilbijartinên 23’ê hezîranê de pêk bê jî wiha got: “Em dikevin pêvajoyekeu divê zêdetir hevkariya têkoşîna demokrasiyê hebe. Wê rojên pêş rojên ku zêdetir têkilî pêk bîn be. Hewcedariya yekitiyên mayînde, avêtina pêngavên bi cesaret derket holê. Di hilbijartinên borî de qadên manevrayê xurt bûn. Me nîşan da ku HDP nikare bê tecrîdkirin,dengê gel nikare bê tecrîdkirin.”   ‘Di mijara mudaxaleyên ewil de pirsgirêk hene’   Serpîlê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser binpêkirinên mafan yên li girtîgehan ku piştî grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê bidawî bûne, tên jiyîn û got divê hemû girtî li nexweşxaneyên mudaxaleyê wan bêkirin, bernameyeke baş a tenduristiyê bê pêşxistin û wiha got: “Di mijara razandina nexwexaneyan de pisgirêkên cidî hene. Di mijara mudaxaleya ewil de pisgirêk hene. Li şûna rakin nexweşxaneyan li girtîgehan tên girtin. Der barê algorîtmayên TTB’ê amade kiriye de em çûn cem dozger û îdareyên girtîgehê. Ji vir şûnde xwedîbûna wan girîng e. Ji bo bûyerên seqetiyê dernekevin holê divê malbat piştevaniyê nîşan bidin. Ev mijar parlamenterên muxalefetê eleqedar dike. Divê em kesên derve berpirsyariya xwe bînin cih.”