Pervîn Buldan: Israra di aştiyê de wê çareseriyê bîne 2019-05-28 14:59:21   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn bûldan di Civîna Koma Partiya xwe de axivî, diyar kir ku divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û diyaolg bê kirin. Pervîn wiha berdewam kir: "Tişta ku Dewlet û Îktîdarê ber bi çareseriyê de bibe têkoşîna demokratîk a civakî ye."   Hevseroka  Giştî a Partiya Demokratîk a Gelna (HDP) Pervîn Buldan, di Civîna Koma xwe ya li Meclisê ya Heftane de axivî.    Pervîn Buldan a ku derbarê peyama Rêberê PKK'ê ya birêya prêzerên xwe derbarê grevê de şand û derbarê grevên birçîbûnê de nirxandin kir di destpêkê de wiha got: "Em îro civîna koma xwe, bi hêviyên derbarê jiyanê de û bi bendewariyên  xwe yên ku zêde bûne, bi kêfxweşiyeke mezin pêk tînin. Belê, derbarê li dijî tecrîdê parlamentera me Leya Guven di 8'ê Mijdarê de, bi hezaran girtiyan jî di 27'ê Mijdarê de,  ji Hewlêrê hata bi Strasbourgê çalakiya wan a greva birçîbûnê belav bû. Çalakî piştî peyama Birêz Abdullah OCalan  di 26'ê Gulanê de bi dawî bû."   'Divê daxwazên gelan bên qebûlkirin'   Pervîn, bal kişand ser 8 çalakgerên ji bo şermezarkirina tecrîdê jiyana xwe ji dest dan û wiha bilêv kir: “Ligel hemû hewldanan jî 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Berî ku hîn zêdetir mirin pêk werin, bi dawî kirina  grevên birçîbûn û rojiya mirinê, baweriyên mezin di raya giştî de ava kirin. Ev têkoşîna çalakgeran, dê demokrasî û aştiyê jî qezenc bike. Di encamê de jiyanê qezenc kir. Divê êdî hemû kes vê yekê baş zanibin, kes nikare pêşiya daxwaza gelan bigire. Divê hemû gel jî zanibin, berxwedan jiyane.”   'Hûn bûn rêhevalên berxwedêran'   Pervîn, têkoşîna dayikên laçik spî silav kir û wiha pê de çû: “Dayikên hêja hûn bûn rêhevalên berxwedêrên ji bo mirovahiyê li ber xwe didin. Hûn bin deng, hûn bûn qîrîn. Hûn bûn dengê aştî, edalet û ronahiyê. We bi laçikên xwe yên spî, ala jiyan, aştî û edaletê liba kirin. Ew laçikên siyasî li dijî hemû êrîşên li ser mirovahiyê, her yek mertaleke.”     'Grev li dijî bê hiqûqî û bê edaletiyê bûn'   Pervîn, di dewama  axaftina xwe de wiha got: “Grevên birçîbûnê li dijî bêhiqûqî û bêedaletiyê îtîrazek bû. Ji bo pêşketina çaredariya  demokratîk, aştî û edaletê hewar bû. Grevên birçîbûnê dît  ku bi polîtîkayên tecrîdê tiştek nayê birêve birin. Berî 4 salan dikaribûn hevdîtinên parêzeran ên bi Birêz Ocalan re pêk bînin. Lê nekirin. Divê hevdîtinên hatine dest pê kirin dewam bikin.   'Xelfetî li ber çavan e'   Pervîn , di dewama axaftina xwe de ev tişt  gotin: “Em hebûna kesên dixwazin vî welatî di taritiyê bihêlin û civaka wê bitirsînin baş nas dikin. Va ye Nevçeya Xelfetî ya Riha li ber çavên hemû cîhanê ye. Li wê derê îşkenceyên dij mirovahî hatin kirin. Tiştên li Xelfetê hatin kirin, pratîak dawî ya feraseta dijminantiya mirvohiyê ye. Me ev feraset li Cizîr, Sûr, Nisebên, Pirsûs, Mêrdîn, Mûgla, Êlih û li gelek deverên din dîtin. Xelfetî mînaka herî dawî ya polîtîkayên dawleta faşîst e. HDP dê li Xelfetê dest ji şopa îşkenceya li Xelfetê hat jiyîn bernede. Emê di zemînê hiqûqî de hesab bipirsin.   'Tundiya li dijî jinê didome'    Perwîn diyar kir ku bêedaletiya heyî herî zêde jin nesibê xwe jê digirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tundiya serdest a li dijî jinê, bi awayekê pir alî dewam dike. Di mehekê de 36 jin hatin qetilkirin û 36 jiyan bi dawî bûn. Pir eşker dibêjim ku parastinê jinan erka sereke ya hikumetê ye. Va ye rewşa Nevîn Yildirim li holê ye. Ji bo ku bendana xwe û jiyana xwe biparêze, mafê xwe yê rewa bi kar anî. Lê hat ceza kirin. Nevîn Yildirim ne sûcdare û ne bi tenê ye.”