Ayşe Yilmaz: Abdullah Ocalan civaka azad a wekhev pêşniyar dike 2019-05-24 09:07:44   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Hevberdevka HDK’ê ya Îzmîrê Ayşe Yilmaz da zanîn ku pêşniyara jiyaneke azad û wekhev a Abdullah Ocalan ku di 2’ê gulanê de bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî heye û wiha got: “Ocalan civakek azad û wekhev, rêveberiya xweser pêşniyar dike. Banga yekitiya gelan, xîtabê HDK’ê jî dike.”   Çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah hatin destpêkirin didomin û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 2’ê gulanê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinek kirin. 17 roj piştî daxuyaniyê parêzer carek din parêzer çûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîn.   ‘Serdanên CPT divê beriya grevan bihata kirin’   Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ayşe Yilmaz diyar kir ku çalakiyên greva birçîbûnê gelek rastî hewldana şikestinê hatiye û girtiyan hevdîtina di 2’ê îlonê de pêk hatiye wek ewlehî nedîtiye û wiha got: “Hevdîtin taktîka mijûlkirinê ye. Em tenê vê wisa nabînin. Birêz Abdullah Ocalan jî berxwedêrên grevê jî wisa dibînin. CTP di demên dawî de çû Îmraliyê. Lê divê beriya grevên birçîbûnê ev hevdîtin bihata kirin. Saziyên navneteweyî peywira xwe naynin cih.”   Ayşeyê destnîşan kir ku banga yekitiya gelan, li gorî armanca HDK’ê ya ku hewl dide jiyanek nû ava bike ye û wiha dawî lê anî: “Em hatine asta ku divê her tişt li ser maseyê bê çareserkirin. Li vê baldar bin. Bi şer mirov nagihêjin cihekî.”