Ayşe Acar Başaran: Em ê tişta li Xelfetiyê hat jiyîn bişopînin 2019-05-21 12:32:51   ENQERE - Ayşe Acar  Başaran a HDP'yî, derbarê tişta li Xelfetiyê hat jiyîn de de daxuyanî da, got ew ê tişta hatiye jiyîn bişopînin û ev tişt got: "Em serlêdana xwe ya ji bo ji tîmên wan ên taybet bigire, heta bi polîs, leşker û hemû berpirsiyarên wan de ku bên darizdandin dikin."   Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Hiqûq û Komîsyona Mafên Mirovan û parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, derbarê serdegirtina polîsan a li malekê, şewitandina malê û kesên li malê binçavkirinê de ya li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê de daxuyaniyeke nivîskî da. Ayşe di daxuyaniya xwe de wiha got: "Li gorî xala 17'emîn a Qanûna Bingehîn tê gotin ku divê li tu kesî îşkence neyê kirin û tu kes nikare bi cezayekî ku rûmeta mirovan dişkînê bê cezakirin. Li gorî vê xala Qanûna Bingehîn mafên mirovan hatiye binpêkirin. "   'Şertê axaftina bi tirkî anîn'   Di daxuyaniyê de bertek nîşanî binçavkirina herî kêm 38 kesên li xelfetiyê hatin binçavkirin hat dayîn û ev tişt hat gotin: "Îşkenceya ku herî dawî li Xelfetî û li Gundê wê li welatiyan hat kirin û ters kelepçekirina gundiyan nîşan dide ku Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî yên mafên mirovan ku îmze avêtiye binê wan jî tevnagere. Ferzikirina axaftina bi tirîk ya ji aliyê polîsan ve li welatiyan jî dîsa binpêkirina van peymanan e."   'Wêneyên îşkenceya li welatiyan bi zanebûn hatin serwiskirin'   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêkanîn li Wanê, Mêrdînê, Muglayê, Êlihê, Rihayê, Amedê û li gelek bajarên din bi caran hatiye dîtin û wiha hat berdewamkirin: "Me dît ku wêneyên welatiyên ji aliyê polîsan ve hatine îşkencekirin bi qestî ji çapemeniyê re hatine serwiskirin. Em dibînin ku dewlet bi zilma dike dixwaze hêza xwe nîşanî welatiyan bide. Lê em bi bîrdixin ku ji bo sûcê îşkenceyê biryar demboriyê nayê dayîn û bila îşkencekar bizanibin kesên ku îro wan diparêzin ne mayînde ne."   'Em tişta tê jiyîn bişopînin'   Di daxuyaniya ku hat gotin tişta hatiye jiyîn em ê ji nêz ve bişopînin wiha hat bidawîkirin: "Em serlêdana xwe ya ji bo ji tîmên wan ên taybet bigire, heta bi polîs, leşker û hemû berpirsiyarên wan de ku bên darizdandin dikin."