Ebru Gunay: Bila wezareta dadê daxuyaniya xwe bike pratîkê 2019-05-21 09:16:37   MÊRDÎN - Parlamentera HDP’ê Ebru Gunay da zanîn ku grevên birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîdê hatine destpêkirin 6 meh li pey xwe hiştiye û got daxuyaniya wezîrê dadê Abdulhamît Gul jî divê bikeve pratîkê. Ebruyê daxuyakirin ku tu kes bi vî awayî nikarin gelê Kurd û girtiyan bixapînin.   Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabin li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê hatin destpêkirin didomin. Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul jî daxuyaniyek da û got qedexeya hevdîtina parêzeran rabûye. Lê herî dawî parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê serlêdan kirin lê hîna bersiv nehatiye dayîn.   Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê û parêzera Abdullah Ocalan Ebru Gunay got divê hikûmet pêngavên pratîk bavêje.   ‘Hevdîtin encama berxwedanê bû’   Ebruyê diyar kir ku hevdîtina parêzeran pêk aniye encama berxwedana bi biryar bûye û wiha got: “Leyla Guven û girtî yek daxwazê di riya xwe de berdewam dikin. Girtî ji bo daxwaza xwe di şertên giran de têdikoşin. Piştî greva 6 mehan berdewam kiriye, parêzer çûn hevdîtinê. Ev jî nîşan dide ku berxwedan çiqas bi biryar e. Piştî vê biryarê wan hewl dan gelê Kurd bixapînin û dawî li çalakiya girtiyan bînin.”   ‘Ev tecrîd wek nexweşiyê belav dibe’   Ebruyê daxuyakirin ku tecrîd ne tenê li Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê dikeve jiyanê û wiha got: “Ev tecrîd civakî ye. Ya ku girtî jî diqîrin ev e. Ev tecrîd li ser hemû civakê heye. Em vê qebûl nakin. Dayikên li girtîghên Gebze an jî Bakirkoyê nobetê digirin hene. Çalakî her diçe mezin dibe. Ev tecrîd jî wek nexweşiyekê belav dibe.”   Ebruyê balkişand ser daxuyaniya wezareta dadê û diyar kir ku mijar ne daxuyaniyeke divê gotin bikevin pratîkê û got: “Girtî jî vê dibêjin. Ev nekeve jiyanê wê grev neqedin. Ji ber vê divê pêngavên partîk bên avêtin.”