Dîlan Dîrayet Taşdemîr: AKP tola têkçûna xwe di sidoqê de digire 2019-04-16 09:11:55   Dîlan Babat   ENQERE - Dîrayet Dîlan Taşdemîr destnîşan kir ku AKP ev 17 sal in rewabûna xwe bi sindoqan îfade dike û lê 31’ê Adarê de li gelek deveran winda kir, YSK îro bi talîmata AKP’ê tevdigere.   Berdevka Meclîsa Jinan û Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr hilbijartinên 31’ê Adarê û grevên birçîbûnê nirxand. Dîrayetê bi lêv kir ku Tirkiye di şertên asayî de neketiye hilbijartinan û encamên ku gelek bên nîqaşkirin derketine holê û wiha pê de çû: “Me wek HDP'î bi stratejiya bi pêvajoya hilbijartinê de pêş xistiye, hêvî daye hêzên demokrasiyê ya Tirkiyeyê û li Kurdistanê jî gel bi berxwedanek cidî bersiv daye zîhniyeta qeyûm a talankeran. Em bi desthilatdariyeke ku serî li her xîleyê da hatin rû hev. Îro hîna deng tên jimartin, hilbijartin bi encam nebûn û YSK KHK’yan hincet nîşan dide û 6 şaredarî desteser kir. Ev jî nîşaneya bandora stratejiyê ye. Li Tirkiyeyê 3 sal in hiqûq hatiye rakirin. Vê stratejiya HDP’ê rûpûşa tifaqa AKP-MHP’ê xistiye.”   Dîrayetê destnîşan kir ku AKP ev 17 sal in rewabûna xwe bi sindoqan îfade dike û ji ber di 31’ê Adarê de li gelek deveran winda kir, îradeya gel nas nake û rewabûna sindoqan ji holê rakiriye. Dîrayetê bi lêv kir ku plana têkbirinê ya tifaqa AKP-MHP’ê li Kurdistanê vala hatiye derxistin.   ‘Hilbijartinan zemîna demokrasiyê derxist holê’   Dîrayetê wiha got: “Piştî AKP’ê li gelek bajarên mezin winda kir şûnde zemîna demokrasiyê derketiye holê. Ji vir şûnde wê siyasetek çawa bişopîne, girînge. Divê zemîna demokasiyê ya derketiye holê baş bê nirxandin û bi awayekî rast pêşengiya wê bê kirin. Ev stratejî ne tenê ji bo îro ji vir şûnde jî wê bi bandor be.”   ‘Tolgirtin bi destê YSK’ê tê girtin’   Dîrayetê biryara YSK’ê ya der barê şaredarên ku bi KHK’ê hatibûn îxrackirin, nirxandin kir û anî ziman ku biryar aku YSK’ê daye ne hiqûqiye, siyasî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “AKP ya îrada gel nas nekir, tola têkçûna di sindoqan de girtiye û plana têkçûnê ya li hember HDP’ê jî gelek baran bi destê hiqûqê hatiye kirin. YSK’ê wate û baweriya xwe têk çûye. YSK îro bi talîmata AKP’ê tevdigere. Em dizanin ku ev bi talîmatên AKP’ê pêk tên. Der barê vê de gelek mînak hene. Dijhiqûqiya li Tirkiyeyê rizandina pergalê jî bixwe re aniye. Li Tirkiyeyê di alî hiqûqî de tu kes ne di bin ewlehiyê de ye. Em bi pergalek hiqûqê ya tenê berjewendiyên AKP’ê diparêze hatine rû hev. Em van dijhiqûqiyan bibin qada navneteweyî.”   ‘Em di pêvajoyek krîtîk de ne’   Dîrayetê grevên birçîbûnê yên der barê rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin bibîr xist û got: “AKP ji hiqûqê dûr tevdigere. Hîna ku zêde windabûn çênebûne divê her kes guh bide vî deng û têkoşînê. Ji bo daxwaz bên cih em ê ji Meclîsa Jinan a HDP’ê bernameya çalakiyê derbixin.