Guneş Gumuş: Bi hinceta KHK’ê nedayîna mazbatayan xespkirin e 2019-04-15 09:10:46   Habîbe Eren   ENQERE - Seroka Giştî ya SEP’ê Guneş Gumuş diyar kir ku nedayîna mazbatayan a ji bo serokên bi destê YSK’ê hatine hilbijartin, tê wateya ku tercîhên gel nayên naskirin û da zanîn ku ev tê wateya xespkirina şaredariyan.   Li gorî daneyên YSK’ê endamê CHP’ê Ekrem Îmamoglu di hilbijartinên du hefte berê pêk hatiye de 16 hezar deng zêde girtiye lê hîna mazbata wî nehatiye dayîn û li gelek navendan jî jimartin didome. Piştî encamên hilbijartinê namzetên bi KHK’ê berê ji karê wan hatibûn îxrackirin jî, mazbatayên wan nedanê. YSK’ê bi van pêkanînan îmze avêt bin dijhiqûqiyek din.   Piştî vê biryara YSK’ê 6 şaredariyên ku HDP’ê bi rêjeya dengekî zêde girt jî, da AKP’ê. Seroka Giştî ya Partiya Kedê ya Sosyalîst (SEP) Guneş Gumuş encamên hilbijartinê û biryara YSK’ê nirxand.   Guneşê destnîşan kir ku bajarên mezin ên weke Stenbol, Edene, Antalya bi stratejiya ku HDP’ê danî holê hatiye girtin û got têkçûna AKP’ê bû çavkaniya motîvasyonê.   ‘Li bajarên sanayiyê AKP’ê gelek deng winda kir’   Guneşê daxuyakirin ku AKP’ê windakirin dipa lê li bajarên wek Enqere, Antalya, Mêrsîn û Stenbolê têkçûn bi vî awayî nedipa û bi lêv kir li bajarên Sanayiyê AKP’ê bi awayekî cidî deng winda kiriye. Guneşê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Stenbolê li bajarên Kurdan ji bo şaredariyan bernedin, xîleyê xwe dixin stûyê raqîbên xwe. Serokên bi destê YSK’ê hatine hilbijartin, mazbatayên wan nadin. AKP’iyên ku hilbijartin winda kirine, tercîha gel jî nas nakin. Demokrasî ji hilbijartinê ne pêkan e. Heta azadiya çalakî û rêxistinbûnê tune be demokrasî jî ne pêkan e. Di pêvajoya hilbijartinê de serokê giştî yê AKP’ê gotinên ‘beka’ ji ser zimanê xwe nexist. Lê bersiva wê negirt. Ev jî di encamên hilbijartinê de derket holê. Hat hînbûn ku gotinên bekayê nikare krîzê veşêre.”   ‘Şaredarî tên xespkirin’   Guneşê balkişand ser biryara YSK’ê ya ku mazbatayan nadin KHK’iyan û diyar kir ku nedayîna mazbatayan a ji bo serokên bi destê YSK’ê hatine hilbijartin, tê wateya ku tercîhên gel nayên naskirin û da zanîn ku ev tê wateya xespkirina şaredariyan.