Li Hezexa ku 48 milyon lê hatiye xerckirin, ava vexwarinê naherike! 2019-04-13 11:15:27   ŞIRNEX - Di hilbijartina 31'ê Adarê de HDP'ê li Navçeya Hezexê Şaredarî bi dest xist û Songul Erden û Murat Şen bûn hevşaredarê Hezexê. Piştî Qeyûm Şaredariya Hezexê dewrî HDP'ê kir 48 milyon TL deyn li pey xwe hişt. Disa derket holê ku  qeyûm di 20 rojên dawî de zeviya avahiya şaredariyê dewrî şexsekî kiriye û qasa şaredariyê dewrî Midûriyeta Mal û Milk kiriye.    Rêxistina HDP'ê li Navçeya Hezexê ya Şirnexê di hilbijartina 31'ê Adarê de ji sedî 73,8 deng stend. HDP'ê piştî bi rêjeyek mezin şaredarî bi dest xist Namzetên HDP'ê Murat Şen û Songul Erden bûn Hevşaredarên Hezexê û mazbata xwe stendin. Hevşaredar Songul Erden beriya dest bi xebatê bikin bal kişandin ser nelirêtî û talankirina Qeyûm.    'Mala şînê, di 5'ê Adarê de dewrî Miduriyeta Emlaka Neteweyî kirin'     Hevşaredara HDP'ê Songul Erden diyar kir ku dema qeyûm tayinî şaredariyê hat kirin 578 hezar û 868 TL pere di qasa şaredariyê de hebû û  dema qeyyum çûn 48 milyon TL deyn li pey xwe hiştin. Hevşaredaran anîn ziman ku tenê dikarin 100 hezar TL pereyên di qaseyê de xerç bikin û wiha got: "33 milyon û 579 hezar TL deynê Banka Bajaran e. 36 maşîneyên şaredariyê tenê 3 maşîne kar dikin û yên din tev xera bûne. 20 roj beriya hilbijartinê zeviya şaredariyê dewir kirin. Wekî şaredariya Cizîr û Sîlopî çend roj beriya hilbijartinê mal û milkê şaredariyê dewir kirin. Zeviya Şaredariyê, mala şînê, di 5'ê Adarê de dewrî Miduriyeta Emlaka Neteweyî kirin.    Maşîna Şaredariyê ya Nissan Navara (Jeep) di 8'ê Adarê de dewrî Midûriyeta Polîsan a Şirnexê kirin.    'Em ê lez bidin xebatên xwe'   Hevşaredar Songul, anî ziman ku niha xebatên şaredariyê li Navenda Çand dû Hunerê ya Hezexê dimeşînin û wiha got: "Em dema çûn şaredariyê hundirê wê vala kiribûn. Qeyûm li Navenda Çandê odeyek çê kiribû û cama wê gule derbas nedikir. Ji mala gel dûr ketibû. Tevî ku şaredarî di bin deynan de hiştine em ê bi gel re xebatên xwe bimeşînin. Em ê lez bidin xebatên xwe. "   'Av jî tune bû'   Songulê got:"Li vir av tune bû. Ava gel bi pereyan didan gel. Alaven gel nehiştine. Qaşo ji bo avê gotine em xizmetê dikin lê hîn li Hezexê ava vexwarinê nayê."