Denîz Aktaş a ESP’î: Tecrîd ne tenê pirsgirêka gelê Kurd e 2019-04-13 09:11:54   Dîla Babat   ENQERE - Denîz Aktaş a ESP’î diyar kir ku tecrîd ne tenê pirsgirêka gelê Kurd e û divê li hember grevên birçîbûnê zêdetir hestiyarî bê nîşandan, divê ev berxwedan, qêrîn bê dîtin, tecrîd bê şikandin.   Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 157’emîn de didome. Bi heman daxwazê endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê li Hewlêrê di roja 144’an de, li Strasbourgê ya 14 kesî û li Galarê ya Îmam Şîş di roja 118’an de didome. Girtiyên di 16’ê Kanûnê de dest pê kirine di roja 119’an de ne, ya endama Meclîsa Îştal a Mexmurê Fadîle Tok di 84’an de û ya Yusuf Îba ya li Toronto a Kandayê jî di roja 92’emîn de ye. Çalakiya 3 parlamenterên HDP’ê jî li Amedê didome.   Endama ESP û Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Denîz Aktaş da zanîn ku divê li dijî tecrîdê her kes dengê xwe bilind bike.   ‘Jin û gel di bin tecrîdê de ne’   Denîzê bi lê kir ku grev hatine astek krîtîk û wiha got: “Ne tenê Gelê Kurd hemû jin û gel di bin tecrîdê de ne. Em dixwazin ev tecrîd demildest bê bidawîkirin. Îro sosyalîst û parêzvanên mafê mirovan jî di grevê de ne. Divê bê dîtin ku ev pêvajo wisa nameşe. Divê demildest ev grev bên dîtin.”   ‘Em naxwazin yek ji me kêm bibe’   Denîzê destnîşan kir ku li girtîgehan li dijî tecrîdê 7 kesî dawî li jiyana xwe aniye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em naxwazin mirin bidomin û di pêvajoyê de kesek ji me kêm bibe. Divê rayedar di vê pêvajoyê de me bibînin. Divê daxwazên wan bên dîtin. Grev hatine astek krîtîk Hikûmet ji mirinan berpirs e. Ji bo grevên birçîbûnê bên dîtin hewl didin. Ev ne tenê pirsgirêka gelê Kurd e. Berteka civakê mijara gotinê ye. Çalakiyê fedayî ji bo grev bên dîtin tên kirin. Em bi fikar in. Divê rayedar peywira xwe bînin cih.”   ‘Jinan serî hildaye’   Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven hatine destpêkirin, gelek girîng in û wiha got: “Yên ku her tim pêşiya van pêvajoyan vekirine jin in. Jin pêşengên vê pêvajoyê ne. Jinên sosyalîst, nûnerên mafê mirovan ên li Ewropayê, parêzeran dest bi grevê kirin. Di pêvajoyên wisa de jinan destê xwe dane hev. Divê qêrîn û berxwedan bê dîtin. Divê kes li dijî berxwedana li girtîgehan bêdeng nemîne. Divê berxwedan bê dîtin, tecrîd bê şikandin. Divê em kesek din kêm nebin.”