HDP: Em li cem gelê Sûdanê ne 2019-04-12 16:02:04   ENQERE - Komîsyona Têkiliyên Karê Derve ya HDP’ê li Sûdanê piştî tevgera gel a ku bû sedema hilweşîna rejîma Omer El Beşîr, derbeye leşkerî şermezar kir û wiha got: “Em li cem gelê Sûdanê ne.”   Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Karê Derve yê HDP’ê Hîşyar Ozsoy û Feleknas Ûca têkildarî rewşa li Sûdanê daxuyaniyek nivîskî dan. Hevberdevkan di daxuyaniyê de wiha gotin: "Piştî çalakiyên protestoyî yên li Sûdanê ku bi mehan e dom kir û  Omer El Beşîr ku 30 sal in desthilatdar e neçar ma îstifa bike. Em darbeye leşkerî  şermezar dikin. Em wekî HDP jiyana azad û wekhev a gelan û rêveberiyek rewa û sivîl diparêzin. Dibêjîn û bang li Konseya Leşkerî ya li Sûdanê derbe kirî dikin ku demildest rêveberiyê dewrî rêveriya sivîl a demkî, rewa û pirengî bikin.”