Meral Daniş Beştaş: Nelêrêtiyeke bi organîze heye 2019-04-12 09:09:01   Berîtan Canozer   AMED - Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir hilbijartin bi tu awayî adîlane pêk nehatiye û wiha got: “Nelêrêtiyek bi organîze heye. Bi KHK’ê îxrackirin, li pêş hilbijartinê ne astengiye. Ev heval namzetiya wan ji aliyê YSK’ê ve hatine qebûlkirin û ji aliyê gel ve hatine erêkirin. YSK nikare bi biryara xwe re bikeve naqokiyê. Divê mazbatayên hevalên me bidin.”   Di hibijartinên 31’ê Adarê de gelek nelêrêtî hatin jiyîn û bi taybetî li herêmên qeyûm hebûn binpêkirin hatin jiyîn. Li Sêrt, Riha, Mêrdîn, Amed, Qers, Îdîr, Wan û gelek cihên din AKP’ê îtîrazê dengên ku HDP’ê girtiye kir û li ser vê biryara ji nûve jimartinê hat girtin. HDP’ê ku li Muş, Melezgîr û Hênê îtîraz kir, lê îtîraza wan hat redkirin. Namzetê HDP’ê yê Baglar a Amedê Zeyyat Ceylan bi KHK’ê îxrac bibû û AKP’ê ev kir hincet û ji bo ji peywirê bê girtin daxwaznameyek nivîskî da Lijneya Hilbijartinê ya Navendî. Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş der barê mijarê de nirxandin kir.   Meralê diyar kir ku beriya her tiştî divê hilbijartin di şertên adîlane de pêk bê û got AKP wek her demê di van hilbijartinan de jî derfetên dewletê ji bo xwe bikar aniye û wiha axivî: “Binpêkirin beriya hilbijartinê dest pê kir. Her cureyê lîstikan hat lîstin. Kutukên hilbijêran ji nûve hatin avakirin. Di sindoqan de lîstik lîstin. AKP’ê gotinek bi bandor ya wekê ‘nelêrêtiyek bi organîze heye’ got. Rast gotine. Li gorî me jî nelêrêtiyek bi organîze heye. Ev nelelêrêtî wan li me kiriye.”   ‘Hilbijêrên sexta li bajaran bi cih kirin’   Meralê bi lêv kir ku di lîsteyên hilbijêran de çend nelêrêtî bi hev re tespît kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ya yekem qada hilbijêrên heyî hatibû paqijkirin. Yanî mafê bi sedhezarna kesî yên hilbijêriyê jê girtin. Yanî hilbijêrên HDP’ê tespît kiirbûn û ev karê paqijiyê kiribûn. Mînak li Sêrtê jî hilbijêrên sexte hatibûn bicihkirin. Me ev tespît kir û bi rayagiştî re parve kir. Hilbijêrên qeyda wan ne li wir bûn anîbûn bajar û qeyd kiribûn. AKP’ê bi sozên ku nikaribû bianiya cih gel xapand. Me gelek sozên derew yên AKP’ê yên wekê ‘Em ê ji we re kar bibînin, zarokên we ji girtîgehê derxin’ bihist. Di ru rojên dawî de me bihist ku bi trîlyonan pere hatiye şandin. Em dizanin ku dema ev soz nehatine cih jî gel hatiye tehdîdkirin. Me ev hemû îtîraz kir. Ji ber vê jî hilbijartin bi tu awayî adîlane pêk nehatiye.”   'Mazmatayên hevalên me bidin'   Meralê balkişand ser îtîrazên ku AKP’ê kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev îtîraz tu eleqeya wan bi hiqûqê tune. Li cihên ku me qezenc kirin, îtîraz li Lijneya Hilbijartinê û YSK’ê hat kirin. Ev îtîrazên li dijî hiqûqî hemû hatin qebûlkirin. Li gelek bajaran jimartin ji nûve hat kirin. Di encama van jimartinan de hat dîtin ku dengên me neketine, berovajî vê zêde bûne. Mijarek din jî îtîrazên HDP’ê bûn. Mînak ya Melezgîrê. Me bi 3 dengan winda kir. Me daxwaz kir ku ji nûve bê hilbijartin. Li Tetwanê 295 deng ferq hebûn, li Muşê 500 deng ferq hebûn. Lê tu îtîrazên me nehatin qebûlkirin. Em bi helwesteke ku hiqûqê nas nake re hatin rû hev.”   Meralê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Namzetên AKP’ê ji bo hevşaredarên me yên bi KHK’ê îxrac bibûn, mazbatayên xwe negirin daxwazname nivîsîn. Ev helwesteke gelek trajîk û komîk e. Nelêrêtiyek bi organîze heye. Bi KHK’ê îxrackirin, li pêş hilbijartinê ne astengiye. Ev heval namzetiya wan ji aliyê YSK’ê ve hatine qebûlkirin û ji aliyê gel ve hatine erêkirin. YSK nikare bi biryara xwe re bikeve naqokiyê. Divê mazbatayên hevalên me bidin.”