Nesrîn Nas: Stratejiya HDP’ê hêzên demokrasiyê anî cem hev 2019-04-10 09:07:01   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Nesrîn Nas diyar kir ku HDP tevî ku bê tifaq bû jî bi bloka AKP-MHP’ê daye windakirin û got: “Civakê bi hêza xwe bawer kir. Lê ji vir şûnde karê me kesî ne hêsan e. Ez wisa difikirim ku wê bloka AKP-MHP’ê fatura têkçûyinê li HDP’ê bibire. Ji ber vê divê HDP hêzên demokrasiyê her tim ligel xwe bigire.”   Parlametera Dema 21’emîn a û seroka giştî ya berê ya ANAP’ê Nesrîn Nas derbarê stratejiya HDP’ê ya di hilbijartinan de şopandiye nirxandin kir û da zanîn ku HDP’ê li dijî rejîma otorîter, li Tirkiyeyê deriyê demokrasiyê vekiriye.   Nesrînê bi lêv kir ku HDP ya bê tifaq ket hilbijartinê û bi bloka AKP-MHP’ê daye windakirin, rastî êrîşên tûnd ên desthilatdariyê wê bê û got divê hêzên demokrasiyê ligel xwe bigire.   ‘HDP’ê bi stratejiyê deriyê demokrasiyê vekir’   Nesrînê got: “HDP rewşa pêşveçûna Tirkiyeyê baş dixwîne. Ya girîng ev e divê têkoşînek demokrasiyê li Tirkiyeyê bê dayîn û ligel hev bisekinin. Ji ber ev baş tê dîtin; Li cîhanê têkçûna faşîzm û rejîman gelek girîng e. Li Tirkiyeyê qanûnên destên me neman. Di destê me de du sazî mane. Yek partiyê siyasî ya din jî lijneyên hilbijartinê. Yanî sindoq. HDP’ê li hinek navendan rîskek cidî girt. Bêyî tifaqê bike, ket hilbijartinan. Ev gelek girîng e.”   ‘Civakê bi hêza xwe bawer kir’   Nesrînê destnîşan kir ku AKP bêyî ku kesî guhdar bike, hewl dide xeyalên xwe bi civakê bide qebûlkirin û li dijî vê desthilatdariyê jî civak bi lez pêşeroja xwe, aliyê xwe winda dike û got: “ Bi encamên hilbijartinan re zemînek ku pêşî li vê digire ava bûye. Lê hîna pêşî lê nehatiye girtin. Vê jî civak rehet kir. Li Tirkiyeyê peyaman sereke ya civakê Destûra Bingehîn e lê tune ye. Peyama herî girîng peyama sindoqan e. ”   ‘Fature wê li HDP’ê bê birîn’   Nesrînê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Civakê bi hêza xwe bawer kir. Lê ji vir şûnde karê me kesî ne hêsan e. Ev wisa difikirim ku wê bloka AKP-MHP’ê fatura têkçûyinê li HDP’ê bibire. Ji ber vê divê HDP hêzên demokrasiyê her tim ligel xwe bigire.”