Meral Daniş Beştaş ji bo greva birçîbûnê daxwaznameyek da 2019-04-09 13:27:37   ENQERE - Meral Daniş Beştaş, daxwaznemeyek da û bal kişand ser rewşa greva birçîbûnê û wiha got: “Peywira dewletê ev e ku mafê jiyanê biparêze û daxwazên van binirxîne. Lê heta îro gaveke berbiçav nehatiya avêtin.”   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê Meral Daniş Beştaş bi minasebeta greva birçîbûnê ya li hemberî tecrîdê hatiye destpêkirin daxwaznameyek da Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê. Di daxwaznameyê de hat diyarkirin greva birçîbûnê rojeveke girîng a Tirkiyeyê ye.    ‘Divê dewlet mafê jiyanê biparêze’   Di daxwaznameya Meral de ev tişt hat gotin: “Dewlet berpirsê ku mafê jiyanê biparêze ye. Greva birçibûnê çalakiyeke aştiyane ye û rêyeke meşrû ye. Daxwazên berxwedêrên greva birçibûnê meşrû û hiqûqî ye. Daxwaz dikin ku tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Peywira dewletê ev e ku mafê jiyanê biparêze û daxwazên wan binirxine. Lê heta îro gaveke berbiçav nehatiya avêtin.”   ‘Girtî di asteke krîtîk de ye’   Meral di daxwaznameya xwe de bal kişand ser rewşa girtiyan û wiha got: “Dewlet gav navêje lê binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan jî didomîne. Rewşa girtiyan di asteke krîtîk de ye. Vîtamînên hewce nadin girtiyan, derfetên jiyanê nayên sererastkirin. Her wiha ji bo girtiyan cezayê hucreyê tên dayîn. Ev tişt nîşaneya nêzîkatiya li hemberî daxwazên berxwedêrên greva birçibûnê ne.”   ‘Berpirs îktîdar e’   Meral di dawiyê de bal kişand ser kesên ku jiyana xwe ji dest dane û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di destpêka greva birçîbûnê de heta îro îktîdar bê deng e. Li hemberî bêdengiyê jî jiyana berxwedêran ketiye asteke krîtîk. Israrbûna di pergala tecrîda li Îmraliyê de kaoseke hiqûqî derdixe holê. Ji ber vê sedemê heta niha 8 welatî jiyana xwe ji dest da. Berpirs îktîdar bi xwe ye.!