Hevşaredara Yenîşehîrê: Îradeya gelê me bi ser ket 2019-04-09 09:10:06   Berîtan Canozer   AMED - Hevşaredara Yenîşehîr a Amedê Belgîn Dîken, diyar kir ku wek pêvajoya hilbijartinê wê ji vir şûnde jî bi gel re bimeşin û got: “Îradeya gelê me bi ser ket. Xespkaran winda kir.”   Di hibijartinên Herêmî yên 31’ê Adarê de HDP’ê şaredariya Yenîşehîr a Amedê ya ku qeyûm lê hatibû tayînkirin, bi dengekî mezin bi ser ket. Hevşaredar piştî mazbatayên xwe bigirin wê dest bi xebatan bikin. Hevşaredar Belgîn Dîken ku ji sedî 62,32 deng girt diyar kir ku wê toreke xurt a têkoşînê ava bikin.   ‘Serkeftin a gel e’   Belgînê destnîşan kir ku du mehan hemû gelê Yenîşehîrê ziyaret kirine û got di van serdanan de bertekên erênî girtine û wiha got: “Me yek bi yek li deriyan xistin. Me bi gel re hevdîtin kirin. Xebatên me ji gel eleqeyek mezin dît. Gelê Amedê xwedî li rûmet û îradeya xwe derket û li dijî qeyûman deng bi kar anîn. Di sindoqan de gel bi ser ket. Îradeya gel bi ser ket.”   ‘Em nû dest pê dikin’   Belgînê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku hîna neçûne avahiya şaredariyê û got texrîbatên hatine kirin jî baş nizanin û wiha dawî lê anî: “Em texmîn dikin ku em ê talanek çawa bibînin. Tiştê em dizanin, valakirina hemû yekîneyan e. Em nû dest pê dikin. Em ê bi hev re bi ser bikevin. Em ji hemû gelê xwe re spas dikin.”