Hevşaredarên HDP'ê bi gel re herikîn şaredariyan 2019-04-08 16:06:37   NAVNEDA NÛÇEYAN - Li Qers, Cizîr û Şemrexê hevşaredarên HDP'ê yên ku mazbatayên xwe girtin bi gel re herikîn şaredariyan.   Li Bajarê Qersê, li navçeya Şirnex Cizîrê û li Şemrexa Mêrdînê piştî ku ku di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de HDP bi ser ket û şûnde hevşaredarên ku mazbatayên xwe  girtin bi gel re mil bi mil çûn şaredariyan û ji qeyûman şaredariyên xwe paqij dikin.    Qers   Li Bajarê Qersê di hilbijartinên xwecihî de Partiya Demokratîk a Gelan ( HDP) bi ser ket û şaredarî ji MHP'ê stand. Hevşaredarên HDP'ê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca îro çûn Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr û mazbatayên xwe girtin.     Hevserokên ku mazbatayên xw girtin çûn Şaredariya Qersê.   Cizîr   Li Cizîra Şirnexê  Hevşaredarên HDP'ê Bêrîvan Kutlu û Mehmet Zirig  ku mazbatayên xwe gitin bi sedan nişetecihên navçeyê re meşiyana şaredariyê. Heyeta ku li ber şaredariyê bi çepikan hat pêşwazîkirin bi sedan welatî jî ber bi şaredariyê ve herikîn. Girseya ku di bin dorpêça polîsan de heta ber şaredariyê meşiya li ber şaredariyê bi girseyî û bi çepikan bi dirûşma "Bijî berxwedana Cizîrê" hat pêşwazîkirin.    Li ber deriyê şaredariyê hevşaredarê berê yê Cizîrê Kadîr Konut axafitneke kurt kir û ji hevşaredarên nûh re serkeftin xwest.   Parlamentera Şirnexê Nûran Îmîr jî wiha got: " Gel şaredariya xwe ya ku berî bi 3 salan ji aliyê qeyûm ve hat desteserkirin dewer girt. Tişta ya gel bû li gel vegeriya û gelê me di 31'ê Adarê de ji nû de îradeya xwe girt destê xwe.  Em ê heta dawî pitevanên gelê xwe bin."    Hevşaredarên ku şaredarî dewr girtin Bêrîvan Kutlu û Mehmet Zirg spasiya gel kirin.    Şemrex   Li Şemrexa Mêrdînê piştî ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP9 di hilbijartinên xwecihî de  ji sedî 56.40 deng standin û bi ser ket, Hevşaredarên Şemrexê Nalan Ozaydin û Îbrahîm Çoko li gel bi sedan niştecihên navçeyê  çûn edliyeyê û mazbatayên xwe ji destê hevşardarê BDP'yî yê berê Hasîp Kaplan girtin. Hevşaredarên ku mazbatayên xwe girtin li ber deriyê edliyeyê ji aliyê niştecihên naçeyê ve bi xweşbînî, bi çepikan hatin pêşwazîkirin û li gel welatiyan ber bi şaredariyê ve meşiyan.  Piştî merasîma dewirgirtina şaredariyê hevşaredar Nalan Ozaydin spasiya gel kir û şaredarî ji aliyê HDP'ê ve hat dewergitin.