Hevşaredara HDP’ya Colemêrgê:Em ê Colemêrgê ji nû ve ava bikin 2019-04-08 09:06:42   Zeynep Durgut   COLEMÊRG- HDP’ê li Colemêrgê serkeftineke mezin bi dest xist û şaredariya Colemêrgê ji qeyûm stand. Hevşaredara HDP’ê ya Colemêrgê Seher Kadîroglu Ataş spasiya xwe ji gel re kir û got ku ew ê Colemêrgê bi pergaleke hevpar ji nû ve ava bikin.    Di hilbijartinên herêmî de herî zêde şaredariyên ku ji aliyê  qeyûman ve hatin desteserkirin dihat mereqkirin ku gel dê di vê hilbijartinê de ji qeyyûman re bersiveke çawa bide. HDP'ê  li Colemêrgê ji sedî 59,97 li Geverê jî ji sedî 66,18 bi ser ket û şaredarî ji qeyyûman standin.  Hevşaredara HDP’ê ya Colemêrgê Seher Kadîroglu Ataş têkîldarî encamên hilbijartinê nirxandin kir.    'Tevî hemû astengiyan gelê me bersîva qeyûman da'   Seherê diyar kir ku gelê kurd 31’ê Adarê bersiva qeyyûman da û wiha axivî;” Ez destpêkê ji dayikan,jinan û ciwanan re slav û spasiyên xwe pêşkeş dikim. Ne tenê rêxistinên me yên navend û navçeyê xebitîn, di heman demê de hemû gelê me bi me re mil bi mil di nav xebatan de cihê xwe girt. Wekî ku di vê hilbijartinê de jî hate dîtin gelê me li cem me bû. Gel ji polîtikayên qeyyûman yên 3 salan bêzar û nêçar bibû. Bi coşeke mezin li benda 31’ê adarê bû. Kelecana gel hêz û moral da me. Ew encama ku em li bendê bûn li Colemêrgê me bi dest xist. Tevî hemû astengî û dorbêçan gelê me 31’ê Adarê bersiva herî mezin da û qeyyûm maliştin. Gel polîtikayên qeyyûman baş xwendin û li gorî wê li ser sindoqan bersiv da. 31’ê Adarê roja bersivdayînê bû.”   ‘Şemîzînan û Çelê ne yên AKP'ê ne û wê nebin jî'    Seherê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bêmafiyên ku 31’ê Adarê roja hilbijartinê de pêk hatîn û got ku ew ê ji navçeyên ku AKP’ê desteser kirn re jî hevşaredartiyê bikin  û wiha berdewam kir;”Tevî hemû astengiyan me encameke serkeftî bi dest xist. Li Geverê ji sindoqan encameke pir hêja û xurt derket. Şemizdînan û Çelê tu car nebûn yê  AKP’ê û wê nebin jî. Nufusa van navçeyên me kêm e. Van ev wekî firsendê bi kar anîn û bi anîna hilbijêrên leşker û polîsan li van navçeyan bi ser ketin. Lê em vê wekî serkeftineke AKP’ê şîrove nakîn. Ji ber ku ew bi vîna gel nehatin hilbijartin, bi dengê leşkeran hatine hilbijartin. Me bi belgeyên fermî aşkere kir ku hikûmet hilbijêrên leşker û polis dişîne van navçeyan. Me îtîraz jî kir, lê ev îtîrazên me esas nehatin girtin û hatin redkirin. Li Çelê,Şemzînan, Xirwatê û Esendereyê bi hezaran deng hatine hatine desteserkirin. Gelê me jî vê baş dizane. Me ev navçe û bajarokên xwe wenda nekirine. Şemîzînan û Çelê ne yên AKP’ê bûn û wê tu car ji ne bibin yên AKP’ê. Em soz didin gelê xwe yê Çelê,Şemîzînan ,Esendere û Xirwatê ku em ê ji wan re ji hevşaredaritiyê bikîn.”    ‘Xwedî derketina li keda jinan wê bibe peyvir û berpirsyariya me’   Seherê destnîşanî deskeftiyên jinan kir û  got ku yekem xîzmeta wan dê bibe zindîkirina xebatên jinan û wiha dom kir;” Em ê ked û têkoşîna jinan tu carî nekîn amûrê siyasetê. Em ê navenda jinan ya Binevşê dewlemend bikîn û bi xebateke hevpar zindî bikîn. Li gel daxwazên jinên Colemêrgê em ê xebatên xwe bidîn destpêkirin. Xwedî derketin û dîtina keda jinan wê bibe peywir û berpirsyariya me. Em ê bajarê xwe bi zanistiya jinan  ji nû ve ava bikîn.”   ‘Yêkem xîzmeta me dê bibe ji nû ve avakirina Colemêrgê’   Seherê herî dawî da zanîn ku yêkem xîzmeta wan dê bibe ji nû ve avakirina Colemêrgê û wiha axaftina xwe bi dawî kir;” Ji 1'ê Nîsanê heta niha li Colemêrgê encam diyar e. Lê em niha nizanîn ku qeyyûm li şaredariyê çi dike. Mazbatayên me  nayên dayîn û me mijûl dikin. Me şaredariyên xwe hildan. Ji bo ku em deriyên şaredariyê ji gelê xwe re vekîn, em li bendê ne. Yêkem xîzmeta me dê bibe ji nû ve avakirina Colemêrgê.”