Hevşaredar Ayşe Mînaz: Wê hilberîn zêde bibe û aborî xurt be 2019-04-07 09:02:55   WAN- Hevşaredara HDP’ê Ayşe Mînaz ya Tuşbayê diyar kir ku ji bo her taxekê wê projeyên nû bikin jiyanê.   Namzetên HDP’ê Ayşe Mînaz û Yilmaz Berekî di hilbijartinên 31’ê Adarê yên herêmî de li navçeya Tuşba a Wanê bi ser ket û şaredarî ji AKP’ê girt. Hevşaredar Ayşe Mînaz daxuyakirin ku sê hewcedariyên sereke yên Tuşbayê hene û got ev turîzm, sewalkarî û hilberîn e. Ayşeyê  anî ziman ku wê bi koperatîfên jinan aboriya komunal ava bikin û ji bo jin, zarok û ciwanan projeyên wan hene.   ‘Bêxizmetî wek qeder hatine nîşandan’   Ayşeyê destnîşan kir ku navçeya Tuşbayê herêma sanayî oto û Herêma Sanayî ya Organîzeyê ye û got: “Navçeya ku xaniyên ber peravê lê ne, banda peravê lê ye îskele lê ye. Her wiha zanîngeh nexweşxane lê ye. Lê ocaxên tenduriyê lê tune, ji bilî kolanên mezin rê tune, xizmet lê nehatiye nemeşandin. Me di hilbijartinan de bi şev û roj bi şêniyên navçeyê re xebat meşandin. Dema me li navçeyê xebat dimeşand, me vedigot ku HDP ji bo navçeyê hêviye.”   ‘Parka zarokan tune’   Ayşeyê destnîşan kir ku li navçeyê pisgirêka veguhestinê heye û her wiha li taxa ku nêzî 20 hezar nifûsa wê heye, yek cihekî lîstikê yê zarokan tune. Ayşeyê ev tişt anî ziman: “Di pêvajoya xebatên hilbijaratinê de em çûn her kolanê û me pirsgirêk gûhdarkirin. Em pisgirêkan baş dizanin. Em ê li ser daxwazên gel bixebitin. Piştî girtina mazbatayan em li gorî hewcedariyên taxan projeyan amade bikin. Gel ji şaredariya AKP’ê tu xizmet nedîtiye. Li taxên ku piştî hatine avakirin tu xizmet nehatiye meşandin.”   ‘Hewcedariyên jin û zarokan nehatine pêkanîn’   Ayşeyê bi lêv kir ku ligel van pisgirêkan, feraseteke ku jin û zarok tune hatine hesibandin esas hatiye girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li navçeyê ji 200’î zêdetir gund hene û cihên ji çandiniyê re başin hene. Projeyên me hene. Qada me ya ku em panelên enerjiya rojê zêde bikin, sewalkariyê zêde bikin, turîzmê pêş bixînin hene. Turîzm, sewalkarî û çandinî dikare betaliyê çareser bike. Divê ji bo încî kevalî ya çavkaniya debarê ya mirovahiyê ye jî piştgirî bê dayîn. Em ê tevlî projeyên Gola Wanê jî bibin. Em ê projeyên ku turîzmê zindî dikin bikin jiyanê. Em bi projeyên j ibo jin û zarokan hatin. Em ê ji bo jinan qadên ku dikarin lê avjeniyê bikin ava bikin. Em ê şîrê lig undan bigirin û bigihînin cihên ku şîr lê tune. Em ê li taxên ku şîr tune belav bikin. Em wek şaredarî wê şîrê jinan dotiye bigirin. Em ê aboriya komîn bi hev re ava bikin.”