‘Encamên hilbijartinê aşkera bikin’ 2019-04-06 15:14:18   STENBOL - Pervîn Buldan destnîşan kir ku divê YSK li gorî hiqûqê tevbigere, gel bi dengê xwe biryar daye û divê mazbatayên şaredaran bên dayîn.   Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî li avahiya HDP’a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Pervîn Bûldan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser lehiya Îranê û sersaxî ji gelê Îranê re xwest û diyar kir ku dê alîkariyê bidin mexdûrên lehiyê.    ‘Grev ketiye asteke krîtîk’   Pervîn di axaftina xwe de bal kişand ser greva birçîbûnê û wiha got: “Leyla Guven li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Grev ketiye asteke krîtîk. Daxwazên berxwedêrên grevê meşrû ne û divê daxwazên wan bên qebûlkirin. Îktîdara AKP’ê li hemberî daxwazan bêdeng e. Divê demildest gav bên avêtin û parêzer û malbat divê biçin Îmraliyê.”   ‘Vîna gel tê xesqkirin’   Pervîn qala encamên hilbijartinê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di serdama Komara Tirkiyeyê de heta niha tişteke bi vî rengî pêk nehatiye û hiqûq evqas nehatiye binpêkirin. Çend hefte di ser hilbijartinê re derbas bû lê hêj jî encam nehatiye zelalkirin û mazbatayên şaredaran nehatine dayîn. Di serî de li Mûşê HDP’e li gel ku  bi ser ket jî bi dek û dolaban şaredarî  ji HDP’ê hat stendin. Îtîrazên ji hêla HDP’ê ve tên kirin tên redkirin. Her wiha li Şirnex, Bêşebab, Qilaban, Çelê, Şemzînan, Mazgirt û Wîranşarê vîna gel hat xespkirin. 12 hezar hilbijêr anîn li Şirnexê bi cih kirin û piştre dibêjîn AKP’ê bi ser ketiye. Şirnex hat xespkirin. Li Mûşê jî 2 hezar 500 deng hatin betalkirin. Îtîrazên me nehatin qebûlkirin. Li Mazgirtê bi 3 dengan AKP bi ser ket û 250 dengên me hatin bêtalkirin, lê îtîrazên me jî hatin redkirin.”     ‘Pîrozbahiyên HDP’ê hatin qedexekirin’   Pervîn Buldan, destnîşan kir ku li cihên HDP’ê bi ser ket li wir pîrozbahî hatin qedexekirin û wiha dom kir: “Li Stenbolê jî CHP bi ser ket lê hêj jî hejmartina dengan didome. AKP naxwaze dev jî îktîdara xwe berde. Divê YSK li gorî hiqûqê tevbigere. Li vir serdest gel e, ne YSK’ye. Gel bi dengê xwe biryar daye û divê YSK’ê jî wî tiştî qebûl bike û mazbatayên şaredaran bide. Her wiha divê demildest encamên hilbijartinê bên aşkerakirin.”   ‘Bêhestiyariya îktîdarê hêj didome’    Piştî axaftina Pervîn Sezaî Temellî axivî û bal kişand ser greva birçîbûnê û diyar kir ku bi hezaran kes niha di grevê de ne. Sezaî wiha axivî: “Heta niha 8 kesî dawî li jiyana xwe anîn. Bêhestiyariya îktîdarê hêj didome. Divê tecrîd bê bidawîkirin. Daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê daxwazên qanûnî ne. Tecrîd ji 5’ê Nîsana sala 2015'an de heta niha didome. Divê demildest dev jî bêedaletiyê berdin û tecrîdê rakin.