Hevserokên Qersê: Dixwazin îradeya gelan xesp bikin 2019-04-06 14:33:22   QERS - Hevserokên Şaredariya Qersê Şevin Alaca û Ayhan Bilgen daxuyanî dan û bertek nîşanî daxwaza MHP'ê ya betalkirina hilbijartina Qersê kirin û gotin:"Dixwazin îradeya gelan xesp bikin."   Li Qersê HDP bi ser ket. Li ser vê yekê MHP'ê îtiraz kir deng dîsa hatin jimartin û dîsa HDP bi ser ket. Vê carê MHP'ê serî lêda ku hilbijartina betal bibe. Hevserokên Şaredariya Qersê Şevin Alaca û Ayhan Bilgen daxuyaniya çapemeniyê li avahiya HDP'ê ya Qersê dan û bertek nîşanî daxwaza MHP'ê ya betalkirina hilbijartina Qersê kirin. Şevînê di daxuyaniyê de axivî û got:"Serîlêdana ji bo betalkirina hilbijartina li Qersê ne tenê HDP'ê hemû gelên li Qersê ne rehet dike. Hilbijartin aram û bê pirsgirêk li vir derbas bû. Îtiraza MHP'ê tiştên wekî din tîne bîra mirov."   Şevînê got:"Partiya me li gelek cihan tespît kiribû ku hilbijêrên xeyalî hene û îtiraz kiribû. Lê ev îtirazan ji aliyê YSK'ê ve hatibû betalkirin. Îtirazên partiya me li tu derê qebûl nekin. Li Mûş û Melezgîrtê jî me îtiraz kir lê îtirazên me hatin redkirin. Divê YSK peywira xwe bi cih bîne."    'Divê gelê Qersê li dengê xwe xwedî derkevin'   Şevînê wiha domand:"Em bang dikin ku YSK berpirsiyariya xwe bîne cih.  Serîlêdana ji bo betalkirina hilbijartina li Qersê ne tenê HDP'ê hemû gelên li Qersê ne rehet dike. Hilbijartin aram û bê pirsgirêk li vir derbas bû. Îtiraza MHP'ê tiştên wekî din tîne bîra mirov. Divê gelê Qersê li dengê xwe xwedî derkevin. Divê YSK encamên hilbijartinê eşkere bike."