Meral Daniş Beştaş: Stratejiya me bi ser ketiye 2019-04-06 09:07:40   Habîbe Eren    ENQERE - Meral Daniş Beştaş a HDP’î diyar kir ku stratejiya bi armanca demokratîkbûna Tirkiyeyê pêk anîne bi ser ketiye û got ne globalbûn, bi piştevaniyê demokrasî derketiye pêş.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 3 jê bajarên mezin li 8 bajar û 49 navçeyê di hilbijartinên herêmî de bi ser ket. Di encama polîtîka li bajarên rojava pêk anî de, AKP’ê li Stenbol, Enqere, Edene, Mersîn û gelek bajarên din winda kir.Yek ji bajarên ku xîle û nelêrêtê lê hatin jiyîn Sêrt bû. Parlamenntera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş de barê encamên hilbijartin û xîleyên AKP’ê de axivî.   Meral destnîşan kir ku yên di hilbijartinê de bi ser ketine HDP û gel in û wiha axivî:  “Ev tablo li her derê bi awayekî zelal hatiye dîtin. Ya winda kiriye jî AKP ye. Tevî ku hemû derfetên dewletê bikar anîn jî bi ser neketin. Manîpulasyon û rêbazên serî lê dan vala derketin. Stratejiya HDP’ê bi serkeftî encam bûye.”   ‘Xîleyên herêmê nayên dîtin’   Meral di axaftina xwe de anî ziman ku AKP her çiqas li bajarên Kurdan îlan bike ku bi ser ketine jî ev ne serkeftine û wiha got: “Bi taybet ez Şirnex û Dihê mînak nîşan didim. Bi hêzên ewlehiyê yên birin wir hilbijartin qezenc kirin. Hilbijêr sexte ne. Ev ne serkeftine. AKP ji ber dizanibû wê dengan nebigire, serî li xîle û nelêrêtiyan daye.”   Meral her wiha bi lêv kir ku xîleyên li herêmê baş nehatine dîtin û got çavê her kesî li Stenbolê bû. Meralê wiha nêrînên xwe anî ziman: “Bêguman Stenbol girîng bû, lê divê em bala xwe bidin îtîrazên Tetwan, Muş, Wêranşar, Melezgîr û bi dehan bajarên din.” Meral balkişand ser gotina ‘Beka’ ya Tayyîp Erdogan beriya hilbijartinê û piştî hilbijartinê her tim anî rojevê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li holê pirsgirêkek Bekayê tune. Ev propaganda hilbijartinê bû û gel jî bersiva vê neda.”