Hevserokên Cizîr û Silopiyayê: Em ê di destpêkê de pirsgirêkên gel çareser bikin 2019-04-03 09:51:31   ŞIRNEX - Hevserokên HDP'ê yên ku bi dengekî mezin Silopiya û Cizîr ji qayyim paqij kirin wiha gotin:"Em ê di destpêkê de talana ku qayyim li dû xwe hiştiye paqij bikin, pirgirêkên gel çareser bikin."   Li gor encamên ne fermî, HDP'ê li Cizîrê ji sedî 76,99, li Silopiyayê ji sedî 73,16 deng girt. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên ku bi dengekî mezin Silopiya û Cizîr ji qayyim paqij kirin, serkeftina hilbijartinê nirxandin.    Hevserokan diyar kirin ku dê di destpêkê de ji bo pirsgirêkên aborî û manewî çareser bikin.    'Em ê di destpêkê de talana qayyim li dû hiştiye paqij bikin'   Hevseroka Şaredariya Cizîrê Bêrîvan Kutlu diyar kir ku piştî qayyim tayinî Cizîrê hatiye kirin qayyim tu xizmet nekiriye û wiha got:"Di vê pêvajoyê de me gelek ked da. Ev sê sal in ku qayyim tu tişt nema li Cizîrê nekir. Tu xizmet nekirin. Li bingehê tenê qenalek saxlem tune ye. Em ê bixebitin da ku van pirsgirêkan çareser bikin."    'Qayyimê Cizîrê li dû xwe 180 trîlyon deyn hiştiye'   Bêrîvanê da zanîn  ku gel pêvajoyek dijwar derbas kiriye û wiha got:"Di vê pêvajoyê de gelê me rojên gelek dijwar derbas kir. Hem di warê aboriyê de hem jî di warê manewî de gelek rojên dijwar derbas kir. Em ê dîsa dest bi xebatên xwe yên jinê yên ku qayyim xwest tune bike, bikin. Projeyên me hene. Qayyimê Cizîrê li dû xwe 180 trîlyon deyn hiştiye. Em ê bi gelê xwe bixebitin û bi ser bikevin."    'Em ê tevî gel talana qayyim paqij bikin'   Di navbera salên 2015-2016'an de di pevçûnên ku hatin jiyîn de li Silopiya ku gelek texrîbat dît de HDP bi ser ket. Hevseroka Şaredariya Silopiyayê Adalet Fidan diyar kir ku qayyim gelek deyn li dû xwe hiştiye û wiha got:"Em ji gel spas dikin ku li ser sindoqan xwedî li îradeya xwe derketin. Niha barekî giran li ser milê  me ye. Em ê tevî gelê xwe ji bin vî barî rabin. Ev sê sal in qayyim li dû xwe gelek deyn hişt û çû. Em ê tevî gel talana qayyim paqij bikin. Ji ber ku dizanibûn dîsa HDP'yê şaredariyan bigirin loma gelek deyn li dû xwe hiştin û çûn."    'Saziya me ya jinê hîbeyî perwerdehiya neteweyî kirin'   Adaletê wiha domand:"Em ê dest bidin gelê xwe û dest bi xebatên xwe bikin. Em ê ji nû de dest bi xebatên jinê bikin. Saziya me ya jinê hîbeyî perwerdehiya neteweyî kirin. Gelek alavên li şaredariyê jî derxistine û firotine. Lê em ê jî tekoşîna xwe bidomînin. Em ê birîna xwe tevî gel bipêçin."