Nûran Îmîr: Bi saya kurdan li Tirkiyeyê rûpelek nûh vebû 2019-04-02 11:05:07   ŞIRNEX - Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr, diyar kir ji dîmenan jî derket holê ku bi hezaran leşker ji bo dengdayînê şandin Şirnexê. Nûran got ku  bila tu kes moralê xwe xira neke û niha dem dema têkoşînê ye.    Di salên 2015 û 2016'an de li Şirnexê qedexeya ketin û derketina kolanan hatibû îlankirin, gelek avahî hatin xirabkirin û gelek kes ji neçarî koçber bûn. Li Şirnexê di 31'ê Adarê roja hilbijartinên xwecihî de dîmenên balkêş derketin holê û bi hezaran polîs û leşker ji bo deng bi kar bînin  li Şirnexê hatin bi cihkirin û dengê wan hat bikaranîn. Di encamên hilbijartinê de AKP'ê bi ser ket. Parlamentera HDP'a Şirnexê Nûran Îmîr bal kişand ser rewşa Şirnexê û diyar kir ku dem dema têkoşînê ye û li Tirkiyeyê bi saya kurdan rûpelekî nûh vebû.    ‘Gel çû ser sindoqan'    Nûran, balkişand ser zext û zordariya ser gel û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wekî her hilbijartinê di vê hilbijartinê de heman rewş derket holê. Li hemberî gel zext û zordarî hat li pêşxistin. Her wiha li vî bajarê rastiyeke gel heye. Gelê Şirnexê çûn ser sindoqan. Her kes dizanê ku ne mûmkûne ku AKP'ê li Şirnexê bi ser keve. Lê di sindoqan de polîs û leşker derketin. Sedama vî tiştî jî guhertina demografîyeyê. Demek dirêj bû bi pergalî xebat li Şirnexê ji hêla dewletê ve dihat kirin."   ‘Di sindoqan de hezên dewletê derket'    Parlamenter Nûran, di axaftina xwe de bal kişand ser nifûsa Şirnexê û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Encam ne tesadûfiye, ji ber ku 3 hezar nifûs li derve hat, bi trîlyonan pere hat dayîn û gel hat tehdîtkirin. Lê em bang li gelê xwe dikin bila tu carî moralê xwe xirab nekin. Rastiyek heye divê em jî vî rastiya xwe ji bîrnekin. Di sindoqên Şirnexê de tenê hêzên dewletê derket. Ev tişt bi dîmen, daxuyanî û parvekirinan de diyare.  Di 30’yê Adarê ji balafirgehê sevkiyata leşkerî hat kirin û 10 hezar jortir leşker hatin Şirnexê ji bo dengê xwe bikar binîn."   ‘Li Tirkiyeyê rûpelek nû vebû'    Nûran wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li gel zext û zordariyê gel bi ser ket. Têkoşîn dê niha bêtir bidome. Em ê di serî de xwe birêxistin bikin. Kesek îxanek nekiriye. Her wiha bi saya Kurdan Tirkiye behnek girt, bi dengên kurdan îktîdara 25 salan ya Stenbolê têk çû. Ev tişt bi destê kurdan pêk hat û li Tirkiyeyê rûpelek nû hat vekirin. Lê li Kurdistanê jî planeke pir pergalî hat meşandin. Em tucarî morala xwe xirab nakin."