Hûda Kaya: Têkoşîn dê bidome 2019-04-01 17:07:45   ENQERE -  Hûda Kaya hilbijartinên herêmî nirxand û diyar kir ku armanc çend bilind be jî encamên serkeftinê ji girîng e û dê têkoşîn bidome.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Stenbolê encamên girîng derxistin holê. Namzeta Hevşaredariya Bagcilara Stenbolê û parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, bi minasebeta hilbijartinê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku di hilbijartina herêmî de piştevaniyeke girîng ya gelan derket holê.    'Ji bo hemû kedkaran spas'   Hûda destnîşan kir ku bi saya Gelê Kurd li herêmê û bi taybetî ji li Stenbolê li dijî îktîdarê derseke mezin hat dayîn. Hûda wiha dirêjî da axaftina xwe: "AKP li Bagcilara Stenbolê îktîdar bû, li gel û dek û dolabên AKP'ê em bi ser ketin. Armanc çend bilind bê jî encamên serkeftinê ji girîng e. Xizanên ku li Bagcilarê dijîn şeqeke mezin qesrê xist. Li gel zext û zordariyê û bê derfetbûnê civan û jin xebatên hilbijartinê meşandin. Ez ji rêxistina xwe re, kesên ku di hilbijartinê de ked dane re û her wiha Hevşaredarê Bagcilarê Medenî Andok û malbat vî spasiya xwe bi rê dikim."   Hûda Kaya, di dawiyê de got ku têkoşîn dê her tim bidome.