HDP'ê heta niha 3 şaredariyên bajarên mezin di nav de 59 şaredarî bi dest xistin 2019-04-01 01:26:05   ENQERE - HDP'ê di hilbijartinên xwecihî ku hatin kirin de 3 şaredariyên bajarên mezin di nav de yên 7 bajar û 40 navçeyan bi dest xist.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de li gorî encamên ne fermî hejmara şaredariyên ku bi dest xistin aşkera kir.  HDP şaredariyên bajarên mezin ên wekî  Amed, Mêrdîn û Wanê di nav de li  Êlih, Sêrt, Kars û Colemêrgê bi ser ket û şaredariyên 40 navçe û 12 bajarokan jî bi dest xistin.      Li gorî agahiyên ku ji Navenda Giştî ya HDP'ê hatin girtin hat aşkerakirin ku li Mûş û Îdirê jî mudaxele li dengên wan hatiye kirin û ragihand ku li ser îtîraza wan wê aloziya dengan li Îdir û li Mûşê bê çareserkirin.