Pervîn Buldan: Em vê serkeftinê diyarî Leyla Guven û hevrêyên xwe dikin 2019-04-01 00:12:47   AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê  Pervîn Bûldan  derbarê hilbijartinên xwecihî ku hatin kirin de daxuyanî da û got ku AKP'ê winda kir û gel bersiveke girîng da polîtîkayên qeyûm. Pervîn spasiya gel kir û ev tişt got: "Em vê serkeftina xwe diyarî Leyla Guven û hevrêyên xwe dikin."   Bi deh hezaran welatî li ber avahiya HDP'ê ya Amedê kom bûn û serketina Amedê pîroz kirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan li Amedê tevli pîrozbahiyê bû axaftinek kir. Pervîn li gel Parlementer Dersim Dag, Mûrat Sarisaç, Tayîp Temel ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 3’ê Adarê ve ketine grevê û namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Ûyanik re li pêşiya Avahiya HDP’ê ya Bajêr gel silav kir.    'Em şahidiyê ji serkefitnê re dikin'   Pervîn a ku di pîrozbahiyê de gel silav kir wiha got: “Gelê Amedê, jin û ciwan hûn bi xêr ahtin. Îro em bi hev re şahidiyê jî pêvajoya dîrokekî re dikin. Em li Amedê bi hev re şahidiya serketinê dikin. Destê we sax be. Ev serketin serketina jian, ciwanan e. Serketina Kurdan e. Serketina gelên Tirkiyeyê ye. Nêzî mehek û nîvê hema bêje li her devera Tirkiyeyê em geriyan û li her devera Tirkiyeyê bi gelê xwe re civiyan. Ji bo vê em bi ser ketin. Her demê em geriyan jî astengî li pêşiya me hatin danîn. Ji bo HDP bi ser nekeve her demê zor dan me. Me hemû astengî derbaskirin û em bi ser ketin. Em vê serketinê di serî de diyarî Leyla Guven û hemû rêhevalên xwe yên di grevê de ne dikin."   'Li her devera Tirkiyeyê kurd bi ser ketine'   Pervîn di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser encmaên hilbijartinê û wiha got: " Hêj encamên gelek deveran nehatine eşkerekirin. Li gorî encamên hatine eşkerekirin li her devera Tirkiyeyê hêzên demokrastiyê û kurd bi serketine. Li her deverên Tirkiyeyê Partiya Demokratîk a Gelan bi serketiye. Îro gelê me anî ziman ku wê tecrîdê nepejirînin. Gelê me payama ku polîtîkayên qeyûman têk çûye dan. Polîtîkayên qeyûman bi temamî têk çû. Me li Şirnex, Dersim û Agiriyê winda nekir. Ji ber ku li van bajaran her cûre lîstik hatin kirin, her cûre hîle hatin kirin. Ji bo Şirnexê 12 hezar kesên ji deverên derve birin Şirnexê ji bo deng bidin. Şirnex xestp kirin. Gelê Şirnex, Dersim û Agiriyê bi ser ket.