Li Qersê HDP bi ser ket 2019-03-31 23:15:50   QERS - Li Qersê li gorî encamên nefrmî HDP bi ser ket. Hevşaredara Ayhan Bîlgen diyar kir ku di vê pêşbirkê de gel bi ser ketiye û bi hev re bi ser ketine.    Li Qersê li gorî encamên nefrmî Partiya Demokratî a Gelan (HDP) bi ser ket û Şardariya Qersê stand.  Piştî ku HDP'ê şaredarî bi dest xist bi hezaran kes li ber avahiya HDP'ê ya bajêr kom bû û dest bi pîrozbahiyê kirin. Hevşaredar Ayhan Bîlgen di axaftina xwe de bal kişan ser rewşa Qersê ya taybet û wiha got: "Em kurd, tirk, ezerî û terekeme bi hev re bi ser ketin."    Pîrozbahî bi govenda gelan bi dawî bû.