Bedîa Ozgokçe Ertan: Dê gel bi ser bikeve 2019-03-31 18:37:01   WAN - VAN - Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku di rewşa awarte de hilbijêr çûn ser sindoqan. Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezîn a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan jî destnîşan kir ku gel xwedî li dengê xwe derket û gel dê teqez bi ser bikeve.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê Tulay Hatîmogullari û Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezîn a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan di hilbijartina ku îro pêk  hatî de nirxandinan kir.    'Nîşaneya binkeftinê hebû'    Tulay bal kişand ser hilbijartina îro û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Îro li 13 navçeyên Wanê û Wanê hilbijartin pêk hat û em bawer dikin ku serkeftin dê ya me be. Li gel tehdîdan hilbêjer çûn ser sindoqan. Em çûn gelek dibistanan û wekî rewşeke awarte hebû li dibistanan. Hilbijêr û namzetên me rastî astengiyan hatin. Dîmenên wekî şer derketin holê. Di vesayîtên zirxî yên polîsan anonsên wekî 'dengê xwe bi kar binîn û biçin malên xwe' hat kirin. Ev nîşaneya binkeftina wan e. Em ê ji qeyûman rizgar bibin, ji bo me rojek dîrokî ye."   'Em gelê xwe pîroz dikin'   Bedîa destnîşan kir ku peywîrdar her tim ser sindoqan bûn û wiha got: "Îro her kesî peywirdariya xwe bi cih anî. Li navenda Wanê zêdetir alozî nîn bû lê navçeyên Wanê pirsgirêk hebûn. Wekî hilbijartinê din dîsa mafê hilbijêran hat binpêkirin. Dora hilbijêrên me dorpêç kirin. Li gel qedexeyên hilbijartinê hebûn ji dîsa li kolanan posterên Namzetê Şaredariya AKP'ê Necdet Takvayê hebûn. Li hemberî me nokteyên lêgerînê zêdekiribûn û yek bi yek lêgerîn pêk anîn. Wekî demên OHAL'ê bû. Derdora dibistanan panzer hatin bi cihkirin. Lê li gel ev qas astengiyan dîsa hilbijêran mafê xwe ya bijartinê bi kar anî û xwedî dengê xwe derketin. Em dibêjîn dê gel qezenç bike û em niha de gelê xwe pîroz dikin."